YRK: Di bombebarana dewleta Tirk de tiştek bi hêzên me nehat

Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku di êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêma Şarbajêr de tu ziyan negihiştiye hêzên wan.

YRK: Di bombebarana dewleta Tirk de tiştek bi hêzên me nehat
7 cotmeh, 2023   06:39

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) der barê êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêma Şarbajêr de daxuyaniyek nivîskî da

Daxuyaniya YRK’ê wiha ye:

“Di 4’ê Cotmehê de li ser Çiyayên Asosê yê herêma Şarbajêr êrîşên dewleta Tirk a faşîst û dagirker çêbû. Di van êrîşan de balafirên dewleta Tirk a dagirker gundê Baswa û sê caran Kanî Xendek bombebaran kir. Di van êrîşan de tu ziyan negihiştiye hêzên me.

Dewleta Tirk a dagirker timî ji bo ku têkçûna xwe ji raya giştî ya cîhanê veşêre, êrîşên hewayî pêk tîne. Mînaka dawî jî êrîşên dawî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Piştî çalakiya fedaî ya Enqerê pergala qirker, dagirker û faşîst hejand. Dewleta dagirker bi vê çalakiyê derbeyeke mezin xwar û bi êrîşên dawî dixwazin li ser windahiyên xwe bigrin. Em weke YRK van êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tundî şermezar dikin.”