YRJ: Bi sekn û feraseta Gurbetelliyan vegotina heqîqetê erkeke me ya sereke ye

YRJ`ê Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd pîroz kir û destnîşan kir ku berdêl çi dibe bila bibe ew ê bi sekn û feraseta şehîd Gurbetelli Ersoz, veguhestina rastiyên li Kurdistanê bo raya giştî dewam bikin û ji bo serxistina şoreşên jinan bixebitin.

YRJ: Bi sekn û feraseta Gurbetelliyan vegotina heqîqetê erkeke me ya sereke ye
7 cotmeh, 2023   06:28

Yekitiya Ragihandina Jinê (YRJ) bi minasebeta (7 Cotmeh) Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd daxuyaniyeke nivîskî weşand.

YRJ`ê salvegera Roja Rojnamegeriya jinên kurd li hemû kedkarên jin yên çapemeniya azad pîroz kir û di kesayeta şehîdên çapemeniya azad de, hemû şehîdên tekoşîna azadiya Kurdistanê bibîr anîn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di vê pêvajoya giran ku gelê Kurd tê re derbas dibe û li hember polîtikayên qirkirinê gelê Kurd û tevgera azadiyê berxwedanekî bêhempa dimeşînin de, vegotina û şopdariya heqîqetê ji her demê zêdetir erk û berpirsyariyek dîrokî ye û wiha hat gotin: “Weke gelekî ku sed sale di bin pencê qirkirinê de bi her awayî li ber xwe dide. Di van şert û mercan de weke netew têkoşîna hebûnê çawan biberdêlên mezin çêbûye, weke çapemeniya azad jî vegotina rastiya vê berxwedanî jî bi berdêlên giranbiha çêbûye.”

Di dewama daxuyaniyê de bal li ser rola çapemeniya azad li Kurdistanê û berdêlên ku kevneşopiya çapemeniya azad dane afirandin hat kişandin û wiha dom kir: “Ji Mazlûm Dogan heta Gurbetellî Ersoz, Ji gurbetelî Ersoz heta, Deniz Frant, Nûjiyan Erhan, Şevîn Bingol, Dilîşan îbîş û  Avrîn Mahsum, Axin Amûdê, Koçerîn Rojîn, Roza Rênas, Şaristan Asmîn û gelek lehengên mîna wan ku di oxira şopdariya heqîqetê de bi biryardarî û evindariyek mezin xwedî li kevneşopiya çapemeniya azad derketine û bi berdêla canê xwe ev mîras mayînde kirine. Bi pêşengiya jinan têkoşîna azadiyê ya nîv esire dewam dike û li her qadê her diçe bilind dibe, çapemeniya azad ev heqîqet ji bo raya giştî ya Kurdistan û cîhanê bi vê sekn û ferasetê ragihandiye.”

Hat diyarkirin ku hêzên qirker û dagirker ji bo sernixumandina rastiyan, serî li êrişkarî, zext û çewisandinên piralî daye, lê çapemeniya azad bi biryardarîyek mazin hem bûye perçeyekî mîrasê berxwedana azadiyê ya gelê Kurd û jina Kurd, hem jî ji bo danasîna vê rastiyê bi seknekî pêşeng rolê diyarker lîstiye.

Di dawiya daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku derxistina rastiyên li Kurdistanê nexasim êrişên qirkirinê yên dewleta Tirkiyê ya dagirker yên dijî gelê Kurd û jina Kurd têne meşandin, bi sekin û feraseta Gurbetelli Ersoz vegotina heqîqetê erkeke sereke ya YRJ`ê ye û hat gotin: “Weke YRJ careke din em destnîşan dikin ku berdelê wê çi dibe bila bibe ji bo Şoreşa jinê ku niha li Rojava Kurdisanê şênber bûye bikin malê hemû jinan, ji bo serdekftina Raperîna 'Jin, Jiyan, Azadî' bi vîn û azweriyek hê mezintir em ê bixebitin.”

(c)