Nivîskar Îsa: Armanca êrişa dewleta Tirk qirkirina etnîkî ye

Nivîskar Mihemed Îsa destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê encama hîşmendiya dijberî gelên Kurd, Ereb, Ermen, Çerkes û Elewî ye û got: “Armanca êrişan qirkirina etnîkî û guhertina demgorafiyê ye.”

Nivîskar Îsa: Armanca êrişa dewleta Tirk qirkirina etnîkî ye
7 cotmeh, 2023   06:11

Nivîskarê siyasî yê ji Sûriyeyê Mihemed Îsa têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û binesaziya wê ji ajansa me re axivî.

Îsa got: "Dewleta Tirk bi bombebarankirina binesaziya herêmê, torên kehrebeyê û navendên giştî, serdestiya Sûriyeyê binpê dike. Ew sivîlan dike hedef, wan neçarî koçberiyê dike û bi armanca pêkanîna qirkirina etnîkî û guhertina demografiyê dixwaze niştecihên resen, herêmê vala bikin. Bi vê yekê, rewabûna NY û qanûnên mafên mirovan binpê dike.”

Îsa ev li gotinên xwe zêde kir: “Nabe ku ev êrişkarî weke pêşketineke şaş bê dîtin an jî ji cewhera êrişkar a ku di dîroka xwe ya kevn û niha de polîtîkaya Tirk pênase dike, cuda bê dîtin. AKP`ê û hevalbendiya wê MHP`ê heman siyaseta berê ya Tirkiyeyê dimeşînin. Guh nadin rastiyên jiyanê û xeyal dikin ku dewleta osmanî li gor rêgeza îslamî û dîroka wê ya reş a li dijî gelên herêmê yên Kurd, Ermen, Çerkes û Elewiyan pêk bînin.”

Îsa wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sûcê ku di saetên dawîn de dema şahiya derçûna beşeke efserên sûriyeyî de çêbûye ku di encamê de bi dehan leşker û sivîl hatin kuştin jî, nikare ji derveyî çarçoveya dijberiya dewleta Tirk li hember Ereban de bê dîtin. Her wiha di çarçoveya exlaqê klasîk ê Tirkan ku bi kuştin, sûc û qirkirina etnîkî hatiye nasîn de tê dîtin.”

Îsa bal kişand ser hedefgirtina axa Iraqê û operasyonên mêtingeriyê yên beriya wê li Sûriyeyê (Efrîn, Serêkaniyê)  û beriya wan jî Lîwa Skenderon, piştre destwerdana li Iraqê, Lîbya, Somalya, Sûdan û gefxwarinên li dijî Yewnanistan û Qibrisê jî û wekî gefa li îstiqrar û aşiya cîhanî bi nav kirin û got: “Ev yek xeteriya Naziyan tîne bîra mirov, dibe ku ji wê jî xeternaktir be.”

Îsa wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Divê civata navneteweyî bi hikumet û saziyên xwe yên civaka sivîl, li hember vê xeteriyê hişyar be. Osmaniya Îslamî ya terorîst a nû li ber sînorê Somalyayê ranaweste, lê belê çavê wê li Tunis, Mexrib û Çînê ye. Divê dewlet û civak berpirsiyariyên xwe yên li hember rawestandina van êrişan bînin cih.”

(mh/c)

ANHA