​​​​​​​‘Rêber Apo beriya komployê jî hişyarî da’

Mihemed Munîr Şêxo ku 6 salan li cem Rêber Abdullah Ocalan maye, destnîşan kir ku Rêber Abdullah beriya destpêkirina komployê gotiye; “Em li ser şûr dimeşin, eger em şaştiyekê bikin wê şûr me qut bike”

​​​​​​​‘Rêber Apo beriya komployê jî hişyarî da’
7 cotmeh, 2023   00:45

Welatparêzê bi navê Mihemed Mûnîr Şêxo ji bajarê Efrînê ye. Di sala 1985`an de bi riya bavê xwe Tevgera Azadiyê nas kiriye. Di nava demê de jî tevlî xebatan bûye û bi 5 hevalên xwe re hem xwe perwerde kiriye, hem jî di nava civakê de bi awayekî veşartî belavok û pirtûk belav kirine, dîmenên Rêber Abdullah Ocalan û çalakiyên gerîlla bi gel dane temaşekirin.

Ji sala 1992`yan ve di çarçoveya xebatan de çuye Şamê û hatiye. Carek ji vana çûye Dibistana Navendî ya PKK’ê. Şêxo ku cara yekem diçû dibistanê xwestiye Rêber Abdullah Ocalan bibîne, lê derfet çênebûye û piştî carên hatin û çûnê karîbûye bibîne.

’45 DEQEYAN BI MIN RE AXIVÎ’

Mihemed Munîr Şêxo dîtina yekem a Rêber Abdullah Ocalan bi van gotinan anî ziman: “Ez bi hevalan re diaxivîm. Min dît heval ji nîşka ve ketin nava liv û tevgerê. Di wê kêliya ku şaş mabûm de min li derî nêrî û Serokî dît. Ez cemidîm û min nezanî xwe bidim kîjan alî. Serok piştî silav da hemû hevalan hat cem min û got, ‘ev heval kî ye?’ Hevalan ez dam nasîn. Serok got ‘Hevalan berê agahiya te daye min.’ Paşê rewşa min pirsî. Ji min re got, ‘Karê tu dikî pîroz e. Divê tu hûn û kûr bifikirî. Dema te xwest dikarî min bibînî. Li karê xwe xwedî derbikeve.’ 45 deqeyan bi min re axivî. Piştre jî min gelek caran û li deverên cuda Serokatî dît. Lewma gelekî bi şans bûm.”

‘BI REXNEYÊ MIN JIYANA XWE JI NÛVE SAZ KIR’

Şêxo bîranînek xwe ya bi Rêber Abdullah Ocalan re ku ji bo xwe wekî dersekê dibîne wiha vegot: “Min bi seyareyê heval dibirin-di anîn. Min bi fikra ku kar zû bimeşe, seyare pir bi lez di ajot. Lê di ferqê de nebûm ku jiyana xwe û ya hevalan dixim xeteriyê. Rojekê Serokatiyê ev terzê min rexnekir û got: ‘Ev kar demdirêj e, karekî ku carekê û bi lez çêbibe nîn e. Bi wê lezê tiştek bi te û hevalan bê wê çi feyde bide partiyê’. Min lêborîn xwest û bi awayekî hûr û kûr fikirîm û hemû tevger û jiyana xwe saz kir.”

`DEQEYEK WÎ VALA DERBAS NEDIBÛ`

Terzê Rêber Abdullah Ocalan û rêbaza wî bandorek gelekî mezin li ser Şêxo çêkiriye. Mihemed Şêxo bi van gotinan behsa wê kir: “Deqeyeke Serokatiyê vala nebû. Bi Şev û roj dixwend, mevanên xwe pêşwazî dikir. Serok ji me jî dixwest hemû karên me plankirî bin. Her tim behsa wekhevî, biratî û azadiyê dikir. Serok digot, `Dewleta Tirk a qirkirer me mecbûrî şer dike û em xwe diparêzin. Ti pirsgirêkên me bi gelê Tirkiyê re tine ye.”

‘MIN HERÎ 3 MEH BERIYA KOMPLOYÊ SEROKATÎ DÎT’

Mihemed Munîr Şêxo herî dawiyê 3 meh beriya destpêkirina komploya navnetewî çûye Rêber Abdullah Ocalan. Şêxo destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan wê demê jî gelekî mijûl bû, lêhûr bûn dikir û wiha dom kir: “Wê demê rayedarên Tirk li ser sînor gef li Suriyeyê dikirin. Serok digot; ‘Em di devê şêr dimeşin. eger em xwe şaş bikin wê şêr me daqûrtîne. Em li ser şûr dimeşin, em şaş bikin wê şûr me qût bike.’  Serok nedixwest xwîn birije, lewma ji Suriyeyê derket.”

Bİ 7 HEVALÊN XWE RE HATE GIRTIN

Piştî ku Rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyê derket, dengeyên siyasî û polîtîkaya hikûmeta Şamê jî guherî û zordarî li gel kir. Şêxo jî li ber vê zulme ketiye û 3 mehan piştî destpêkirina komployê (Çileya 2000’î) bi 7 hevalên xwe re ji aliye hêzên hikûmeta Şamê ve hatiye girtin. Bi rêzê li zindanên Haleb, Şam, Feyha, Edra û Seydnaya hatiye girtin, bi îşkencêyên giran ên fizîkî û derûnî re rû bi rû maye.

‘KESEKÎ BI TIRKÎ DI AXIVÎ DOZ DIŞOPAND’

Şêxo û hevalên wî sala 2001`an di nav mehekê de 3 caran derxistine dadgehê. Şêxo da zanîn ku di dadgehê de kesekî ku bi Tirkî di axivî jî hebû û wiha dom kir: “Ez matmayî mam. Di dadgeha Sûriyê de kesekî Tirk jî amade bû û doz dişopand. Em 6 heval hatin berdan, lê hevalek ma.”

`KOMPLOGER BISER NEKETIN’

Mihemed Mûnîr Şêxo dema hatiye berdan, Rêber Abdullah Ocalan jî radestî dewleta Tirk a dagirker hatibû kirin. Lê ew ji cihê lê mabû têkoşîna xwe bi awayekî veşartî didomîne. Di vê navberê de zarokên wî tevlî têkoşîna azadiya Kurdistanê bûne. Dema şoreşa Rojava destpê kiriye jî Şêxo tevlî xebatan bûye û hîn didomîne.

Mihemed Mûnîr Şêxo destnîşan kir ku komploger bi ser neketine, paradigmaya Rêber Abdullah Ocalan li cîhanê belav bûye û got: “Gelê Rojava bi şense ku Serok nas kiriye. Ev şoreş jî bi saya fikrên Rêber Apo pêk hatiye. Divê em mîrateyê biparêzin.”

(a)

ANHA