​​​​​​​Şehba, navçeyên Şêrawa û Şera li ber topan in

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundewarê Şehba, navçeyên Şêrawa û Şera yên Efrînê topbaran dikin.

​​​​​​​Şehba, navçeyên Şêrawa û Şera li ber topan in
6 cotmeh, 2023   20:24

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Meranaz, Malikiye, Şewarxe, Til Meraş, Kefer Etûn ên navçeya Şera ya kantona Efrînê topbaran dikin.

Her wiha gundên Bênê, Soxanekê, Aqîbê, Meyase, Kilûte û Dêr Cemal ên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê bûye armanca topbaranê.

Derdora Til Rifetê, balafirgeha leşkerî ya Minixê, gundên Bêlûniye, Eyn Deqnê yên Şehbayê jî tên topbarankirin.

(şx)