Li Şehbayê 3 şehîd hatin oxirkirin

Cenazeyên şehîd Şiyar Şehba (Welîd Gulê), Mezlûm Şêrawa (Nebo Gule Xêrî) û Hesen Nasan bi merasîmekê li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê hatin veşartin.

Li Şehbayê 3 şehîd hatin oxirkirin
Li Şehbayê 3 şehîd hatin oxirkirin
Li Şehbayê 3 şehîd hatin oxirkirin
Li Şehbayê 3 şehîd hatin oxirkirin
Li Şehbayê 3 şehîd hatin oxirkirin
Li Şehbayê 3 şehîd hatin oxirkirin
Li Şehbayê 3 şehîd hatin oxirkirin
Li Şehbayê 3 şehîd hatin oxirkirin
Li Şehbayê 3 şehîd hatin oxirkirin
Li Şehbayê 3 şehîd hatin oxirkirin
Li Şehbayê 3 şehîd hatin oxirkirin
Li Şehbayê 3 şehîd hatin oxirkirin
6 cotmeh, 2023   16:00

Bi hezaran koçeberên Efrînê û şêniyên Şehbayê, cenazeyên şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Şiyar Şehba (Welîd Gulê), şervanê QSD′ê Mezlûm Şêrawa (Nebo Gule Xêrî) û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hesen Naso yên ku di dem  û cihên cuda de şehîd bûne, bi merasîmekê spart axê.

Girse cenazeyên her sê şehîdan ji pêşiya Nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê wergirtin û bi karwanekî ji dehan erebeyan ber bi qada sereke ya navşeya Ehrizê ve bi rê ketin. Li qadê jî girse cenazeyên şehîdan li ser milê xwe kirin û  bi berzkirina dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya navneteweyî,  berî dan Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeyê.

Li goristanê merasîmek hat lidarxistin. Piştî deqeya rêzgirtin rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê Xedîce Îbo axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Xedîce bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û berxwedana li hemberî wê û got: "Dewleta Tirk a dagirker a li çiyayên Kurdistanê derbên giran bi destê lehengên me dixwe, berî daye Rojava gefan lê dixwe û wê dike hedef, dixwaze me teslîm bigre. Lê em teqez dikin ku em teslîm nabin. Em ê bi fikr û feslefeya Rêberê  neteweyê Abdullah Ocalan berxwedan û têkoşînê geş bikin."

Xedîce Îbo da zanîn ku malbatên şehîdên kantona Efrîn û Şehbayê dê şopdarên xeta şehîdan bin ta armancên wan ên rizgarkirina Efrîn û tevahî herêmên dagirkirî bi cih bînin.

Di merasîmê de hevserokê Desteya Kar û Barên Civakê ya Kantona Efrîn û Şehbayê Mistefa Hesen axivî, êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Mistefa Hesen diyar kir ku êriş û planên dagirkeriyê îradeya koçberên Efrînê û xelkê Şehbayê û tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê naşkîne.

Hesen di dawiya axaftina xwe de li dijî dagirkeriyê banga xurtkirina têkoşînê kir.

Piştî axaftinan nasnameyên her sê şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên şehîdan bi dirûşmên silavkirina Berxwedana Serdemê û berxwedanê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin veşartin.

(bb)

ANHA