​​​​​​​Gundê Şewarka hat bombebarankirin

Balafirek bê mirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker gundê Şewarka yê Efrînê bombebaran kir.

​​​​​​​Gundê Şewarka hat bombebarankirin
6 cotmeh, 2023   15:16

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin balafira dagirkeran demek kurt beriya niha gundê Şewarka yê girêdayî navçeya Şerayê bombebaran kir.

Balafirên şer û yên bê mirov û bi çek ên dagirkeran ji serê sibehê ve li ser herêmên navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê digerin.

Dagirkeran di nava rojê de li gundê Aqîba yê Şerayê noqteyek hêzên Hikûmeta Şamê 4 caran bombebaran kirin.

Noqteyek hêzên Hikûmeta Şamê ya li Soxanekê jî hat bombebarankirin û 2 leşker birîndar bûn.

(a)

ANHA