Ji Kongra Star û Meclîsa Jinan a PYD’ê daxuyaniyên dijî êrîşan

Kongra Star bal kişand ku êrîşên dagirkeriyê di heman demê de dijî şoreşa jinê ne û diyar kir ku ew ê destkeftiyan biparêzin. Meclîsa Jinê ya PYD’ê jî banga piştgiriyê li tevahiya saziyên mafên mirovan û rêxistinên navnetewî kir.   

Ji Kongra Star û Meclîsa Jinan a PYD’ê daxuyaniyên dijî êrîşan
6 cotmeh, 2023   16:10

Kongra Star bi daxuyaniyek nivîskî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dijî Bakur û Rojhiltê Sûriyeyê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya polîtîkayên qirkirinê û têkbirina aramiya li herêmê de cihên niştecihbûn û navendên enerjî-xizmetguzariyê bombebaran kirine. 

Di berdewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ku êrîş di heman demê de dijî şoreşa jinê, destkeftiyên ne û wiha hat domandin: “Armanca wan ew e ku hêviyên azadiyê yên jinên herêmê û avakirina sîstemek demokratîk li tevahiya Sûriyeyê bifetisînin.”

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girîngiya şoreşa jinê û destkeftiyên wê dizanin, lewma dest jê bernadin û wiha hat gotin: “Ev şoreş îlhamê dide jinên hemû pêkhate û jinên ku li Rojhilata Navîn û cîhanê ji bo azadî û aştiyê têdikoşin. Lewma em weke Kongra Star bang li raya giştî ya demokratîk, rêxistinên jinan, mafên mirovan û bi taybetî jî parêzvanên mafên jinan ên cîhanê dikin ku piştgiriyê bidin şoreşa jinê û Rêveberiya Xweser, ji bo rawestandina êrişên hovane di raya giştî de helwestek bidin avakirin, hesabê ji Tirkiyeyê bixwazin. Ji bo ku pêşî li pêlên êrişan bê girtin, piştgiriyê bidin daxwaza me ya girtina qada hawayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê."

Meclîsa Jinan a PYD’ê jî bi armanca şermezarkirina êrîşan û girtinan jinan a li Tirkiyeyê  daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku wê li dijî êrîşan têkoşîn were bilindkirin. Di daxuyaniyê de bang li saziyên mafên mirovan û rêxistinên navnetewî hat kirin ku li hemberî van van sûcên dijî mirovahiyê tên kirin erkên xwe bicîh bînin. Her wiha hat xwestin ku kesên li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatine girtin, serbest werin berdan.

(bb/a)