Dagiker û çeteyên wan gundên Efrînê topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên girêdayî navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê topbaran kirin.

Dagiker û çeteyên wan gundên Efrînê topbaran kirin
5 cotmeh, 2023   15:46

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, artêşa dagirker û çeteyên wan gundê Meranaz ê girêdayî Şera û herêma navbera  gundên Dêr Cemal û Ziyara yên girêdayî navçeya Şêrawa topbaran kirin.

Derbarê encamên êrişan de agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.

(a)