Dagirkeran êrîşî dibistanek û 2 noqteyên Hikûmeta Şamê kirin

Artêşa Tirk a dagirker dibistanek û 2 noqteyên Hikûmeta Şamê bombebaran kirin.

Dagirkeran êrîşî dibistanek û 2 noqteyên Hikûmeta Şamê kirin
5 cotmeh, 2023   15:37

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ragihandine, balafirên bêmirov û bi çek ên dewleta Tirk a dagirker dibistana gundê Dad Ebdal ê Zirganê bombebaran kir.

Balafiran her wiha noqteyên hêzên Hikûmeta Şamê yên li gundên El El Bûbê û El Esediyê yê girêdayî Zirganê jî bombebaran kirin. Di êrîşan ziyana madî pêk hat.