Konferansa Yekemîn a Parastina Zarokan pêk hat

Li Reqayê Konferansa Yekemîn a Paratsina Zarokan hat lidarxistin. Di konferansê de banga parastina zarokan ji tevahî cûreyên tundî, cudekar û bazirganiyê hat kirin.

Konferansa Yekemîn a Parastina Zarokan pêk hat
5 cotmeh, 2023   15:57

Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Bi mezinkirina zarokan em civakê ava dikin û nifşê pêşerojê diparêzin" Konferansa Yekemîn a Parastina Zarokan li dar xist. Konferans bi beşdarbûna 50 kesan li hola Mişwar a li Reqayê pêk hat.

Di konferansê de tundiya malbatî û bandora wê li ser zarokan, xebitandina zarokan û rêbazên bidawîkirina wê hatin nîqaşkirin. Her wiha bandora tundrawiya li ser zarokên li kampan, rêbazên bikaranîna qanûna parastina zarokan û piştevniya navendên zarokên koçber, astengdar û sêwiyan hatin nîqaşkirin.

Dr. Ebdulfetah El Himêdî li ser tundiya malbatî û bandora wê li ser zarokan axivî û got, zarokên tevahî cûreyên tundiyê li wan têne kirin, xirab bidin.

Hevserokê Desteya Çand û Hunerê Murhef El Fehed li ser rêbazên bidawîkirina xebitandina zarokan got, Rêveberiya Xweser planeke li dijî diyarderya xebitandina zarokan û parastina wan danî ye.

Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî y Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxmûs Ehmed bal kişand ser bandora tundrawiya li ser zarokên li kampan û got: "Divê piştgiriya QSD′ê were kirin da ku karibe erkên xwe bi awayekî xurttir pêk bîne. Her wiha divê destek ji bo Rêveberiya Xweser were dayîn da ku bernameyekê deyne ku karibe malbatên DAIŞ û zarokên wan tev li civakan bikin. Di heman demê de divê deriyên sînor ên bi Rêveberiya Xweser re werin vekirin da ku projeyên geşkirinê werin dayîn."

Di konferansê de Hevseroka Desteya Maf û Edaletê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mizgîn Hesen bal kişand ser rêbazên bikaranîna qanûna parastina zarokan û got: "Parastina zarokan erka me ye, Rêveberiya Xweser ji bo parastina zarokên li kampan kar dike û qanûnên parastina zarokan bi cih tîne. Her wiha girîngiyeke mezin dide pewerdekirina zarokan û qanûnên ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihandiye, pêk tîne."

Endama Nivîsgeha Astengdaran a Meclisa Sivîl a Reqeyê Şehrezad El Xelîl behsa girîngiya piştgiriya navendên zarokên sêwî û astengdaran kir û got: ′′Nivîsgehê desteka bijîşkî, tevgerî, bedenî û dirûnî û fîzîkî dide zarokên astengdar."

Konferansa bi armancên li jêr bi dawî bû ku ji aliyê Cîgira Seroka Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nîroz Elî ve hatin xwendin.

- Zarok ji tevahî cureyên tundî, cudekarî, bikaranîn û bazirganiyê werin parastin.

-Zarok li gorî pîvan û rêgezên exlaqî yên durist werin mezinkirin.

-Ji bo zarokên astengdar û sêwî navend werin vekirin û tevahî destek ji bo van navendan were dayîn.

-Xizmetên sereke wekî perwerde û tenduristî pêşkêşî zarokan were kirin û rê li ber diyardeyên parsektî, karkirina zarokan û belavkirina hişbirê were girtin.

- Qanûna parastina zarokan a Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  were atkfîkirin.

-Zarok ji fikrên tundraw werin xilaskirin.

-Tevahî mafên zarokan werin mîsogerkirin û zewicandina zarokan were qedexekirin.

-Ji bo avakirina malbateke demokratîk kar were kirin û rê li ber parçebûna saziya malbatê were girtin.

-Divê rêxistinên navneteweyî û xwecihî yên têkildarî parastin û mafên zarokan rola xwe bi cih bînin.

(bb)

ANHA