​​​​​​​Hevserokê Ofîsa Enerjiyê: Ji ber êrîşan ziyanek mezin çêbûye

Ofîsa Enerjiyê ya Cizîrê destnîşan kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker ziyanek mezin çêbûye û di dema pêş de wê di belavkirina ceyranê de bi zehmetiyên mezin re rû bi rû bimînin.

​​​​​​​Hevserokê Ofîsa Enerjiyê: Ji ber êrîşan ziyanek mezin çêbûye
5 cotmeh, 2023   15:28

Hevserokê Ofîsa Enerjiyê ya Herêma Cizîrê Ekrem Silêman derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navendên enerjiya herêmê de ji malpera Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê re axivî. 

Ekrem Silêman diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker îstasyona ceyranê ya Hesekê ku pêdiviya ceyranêya taxên rojavayê bajar û bejahiya wê pêşwazî dike bombebaran kiriye û ji xizmetê derketiye. 

Silêman da zanîn ku di êrîşa li ser santrala ceryarê ya Qamişlo ku xizmeta niviya bajar û bejahiya wê dike de jî ziyanek mezin çêbûye. 

Ekrem Silêman got ku santrala ceyranê ya li Amûdê jî piştî bombebaranê ji xizmetê derketiye, lewma li bajar û bejahiya wê pirsgirêka ceyranê derketiye.

Silêman da zanîn ku dema pêş wê di belavkirina ceyranê de bi zehmetiyên mezin re rû bi rû bimînin.

Ekrem Silêman destnîşan kir ku êrîşên ku çeteyên DAIŞ û El Nusrayê salên borî pêk di anîn, niha ji aliyê dewleta Tirk ve tên domandin û tê xwestin ku aramiya herêmê bê têkbirin.

(a)