Ji ber êrişan kerhebe li Qamişlo û Amûdê qut bûye

Ji ber êrişên dewleta Tirk stasyonên li Qamişlo û Amûdê ji xizmetê dreketin û kehrebe li ser piraniya saziyên xizmetguzariyê qut bû.

Ji ber êrişan kerhebe li Qamişlo û Amûdê qut bûye
5 cotmeh, 2023   15:10

Balafirên dewleta Tirk a dagirker di saetên nîvro de santrala kehrebeyê ya bakurê bajarê Qamişloyê bombebaran kir. Di encamê de kerehbe li ser piraniya saziyên xizmetguzarî û taxên bajarê Qamişloyê  û Amûdê qut bû.

Li gorî Daîreya Kehrebeyê ya bajarê Qamişloyê, santraleke kehrebeyê bi temamî ji xizmetê derket û yek din bi awayekî qismî bi zerer bû, ji ber vê yekê kehrebe li ser stasyonên Iwêcê û Ceqceq, depoyên genim, aşê Cizîrê, nexweşxaenya Dil û Çav û 6 nexweşxaneyên din, du firne û bi deh hezaran malan qut bû.

Li Amûdê jî stasyona sereke ya navçeyê hat bombekirin, di encamê de kehrebe li ser tevahî saziyên xizmetguzariyê, taxên bajar û gundên wê hat qutkitin.

(bb)

ANHA