Ji welatiyan helwesta dijî dewleta Tirk a dagirker

Welatiyên Amûdê diyar kir ku ew ê bi têkoşîn û berxwedana xwe li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin û got: “Êrişên dewleta Tirk me natirsîne, bila bizanbe em tu carî serî natewînin”

Ji welatiyan helwesta dijî dewleta Tirk a dagirker
5 cotmeh, 2023   12:34

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê welatiyên ji  navçeya Amûdê nêrînên xwe bi me re parve kirin.

Mehrecan Silêman da zanîn ku dilê wan weke şênî ji ber hovîtiya dijminê wan tijî ye û wiha got: “Ev êriş derveyî mirovahiyê ne, sûcên şer in. Em li mala xwe ne û li ser erdê xwe ne dewleta Tirk her û her êrişî me dike. Her roj bi balafirên xwe xort, keç û mirovên me hemûyan şehîd dixe.”

Mehrecan diyar kir ku tu carî ew van kiryar û sûcan dijî gelan qebûl nakin û bang li saziyên navneteweyî kir ku bi erka xwe rabin û wiha domand: “Ka rêxistinên mafên mirovan li ku deverê ne, her roj dewleta Tirk a dagirker komkujiyan dijî gelê me pêk tîne, ew jî bê deng dimînin.”

Mehrecan Silêman di dawiyê de got: “Heta em sax bin em ê li ser axa xwe bin, ev êriş çavê me natirsîne.”

Mesûda Îbrahîm jî diyar kir ku ew ê li beramberî sûcên dewleta Tirk a dagirker her dem têkoşîn bikin û li ser piyan bin û wiha dom kir: “Bi êrişên xwe yên hovane, tolê ji gel hiltîne. Dibêje konek Kurdan ser heyvê be ez ê xirab bikim, niha jî planên xwe bi vî xwestekî ser Rêveberiya Xweser dimeşîne. Bi vê rêyê dixwaze çanda me, paşê me jî tune bike. Bila zanibe, em tu carî serê xwe jê re natewînin.”

Berekat Îbrahîm jî destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê li hemberî siyaset û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên ser herêmê wan li ber xwe bidin û got: “Heta dilopek xwîn di laşê me de hebe em ji malê xwe dernakevin.”

Minewer Resûl jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yê dijî herêmê hewldanên xwe yên bi darê zorê koçkirina gel dike û wiha dewam kir: “Bila bizane ev hewldanên wan dê têk biçin, em tu carî nafirkirin ji welatê xwe derkevin.”

ANHA