Santrala ceyranê ya Amûdê hat bombebarankirin

Balafirên dewleta Tirk a dagirker santrala ceyranê (kehrebe) ya navçeya Amûdê bombebaran kir.

Santrala ceyranê ya Amûdê hat bombebarankirin
5 cotmeh, 2023   12:45

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ajansa me ji herêmê ragihandine, balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker santrala ceyranê bombebaran kir.

Santrala li başûrê Amûdê pêdiviya ceyranê ya navçeyê pêşwazî dike.

Dagirkeran îro santralên ceyranê yên Qamişlo û Hesekê jî bombebaran kiribûn.

(a)

ANHA