Li Humsê li dijî efserên hikumeta Şamê êriş

Medyayên ser bi hikumeta Şamê ve ragihand ku li Humsê bi dronekê êrişî pîrozahiya derçûna efseran hate kirin û di encamê de gelek kes birîndar bûn.

Li Humsê li dijî efserên hikumeta Şamê êriş
5 cotmeh, 2023   12:32

Li gorî medyayên ser bi hikumeta Şamê ve ragihandine, "Li Humsê bi dronekê êrişeke terorî li dijî şahiya derçûna efserên fakulteya leşkerî hat kirin. Êriş piştî bidawîbûna şahiyê pêk hat û di encamê de hejmareke mezin a efseran birîndar bûn."

Çavkaniyekî pilebilind ê ewlehiyê ji medyayên Rûsyayê re got: "Bi droneke komên çekdar êrişeke terorî li dijî avahiyeke fakulteya zanistên leşkerî pêk hat."

Çavkaniyekî bijîşkî ji Humsê jî got: "Ji ber êrişeke terorî li dijî şahiya derçûna ji fakulteya zanistên leşkerî, hejmareke mezin a xwendekarên efseriyê birîndar bûn."

(bb)