Şêniyên Firatê şehîd Bagok Kobanê oxir kir

Bi sedan şêniyên herêma Firatê şehîd Bangî Qere Elî (Bagok Kobanê) li Goristana Şehîd Dicle ‎spartin axê.‎

5 cotmeh, 2023   12:26

Bi sedan şêniyên herêma Firatê, sazî, dezgeh û Rêveberiya Xweser û malbatên şehîdan ‎beşdarî merasîma oxirkirina şehîd Bagol Kobanê bûn. Şehîd Bagok Kobanê dema ku li ser erka xwe bû ‎şehîd bû.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê hat destpêkirin. Piştre hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) A herêma Firatê Hedlê ‎Hesen axivî û got: "Em tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li hember şehîdan ‎ditewînin. Şehîd Bangîn ne kesayetekî bi çûk bû, şehîd Bangîn kesayetekî xwesteka azadiyê ‎bû, tu carî zilm û zordarî li ser xwe qebûl nedikir. Şehîd Bangîn heta nefesa xwe ya dawî ‎têkoşîn kir."

Her wiha ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Kobanê Mihemed Oso li ser şehîd axivî û wiha got: "Şehîd Bangîn ta dawiyê ‎têkoşîn kir. Em dilsoziya xwe ji bo şehîdên xwe didin diyarkirin û soza bilinkirina têkoşînê ‎didin û tola şehîdên xwe hilînin û destkeftiyên şoreşê biparêzin. "

Oso teqez kir ku dijmin nikare tu carî îradeya wan têk bibe, ew ê heta dawiyê şopdarê ‎şehîdên xwe bin.‎

Li ser navê malbata şehîd Bogok Ridwan Ebdo axivî û wiha got:  "Heta ku em li ser axa xwe ne ‎tu carî dijmin nagihêje armanca xwe û em ê bi ser bikevin. "‎

Wesîqeya şehîd ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hate xwendin û radestî malbata şehîd hate ‎kirin.‎

Di dawiyê de şehîd Bagok Kobanê bi tililîyên dayikan û bi silogana"Şehîd Namrin" spartin axê.‎

‎(eş)‎

ANHA‎