​​​​​​​′PDK′ê xiyaneta xwe aşkera kir′

Welatiyên navçeya Dirbêsiyê çalakiya fedaî ya ku Tabûra Nemiran a NPG′ê  li dijî Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya Wezareta Karên Hundir a Enqereyê pêk anîbû silav kir û helwesta PDK′ê ya têkildarî çalakiyê jî şermezar kir.

​​​​​​​′PDK′ê xiyaneta xwe aşkera kir′
3 cotmeh, 2023   00:45

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel bi daxuyaniyekê ragihand ku çalakiya sibeha 1′ê Cotmehê ya li dijî Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya Wezareta Karên Hundir a Eqnereyê ji aliyê Tabûra Nemiran ve hat kirin û got, " Çalakiya ku hate pêkanîn, bi armanca hişyarkirina komkujî û zextên faşîst ên bi paşguhkirina qanûnên neteweyî û navneteweyî binpêkirina mafên mirovan, pêkanînên dijmirovahî û polîtîkayên tecrîdê yên li hemû zindanên Tirkiye û Kurdistanê hatine pêşxistin, li dijî hêzên me yên gerîla bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê qanûnên gerdûnî yên şer ve hatine qedexekirin, dijî talankirina xwezaya Kurdistanê ye."

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên bi balafirên şer û bê mirov, topan û çekên qedexekirî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di van êrişan de hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re didomîne.

PDK′ê di çarçoveya xeta xiyanetê de, çalakiya fedaî ya Tabûra Nemiran wek ′operasyoneke terorî′ bi nav kir. Welatiyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê nerazîbûn nîşanî helwesta PDK′ê û tevkariya wê ya bi dewleta Tirk a dagirker re dan û gotin: "PDK'ê xiyaneta xwe aşkera kir."

Welatiya bi navê Cîhan Mihemed hevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û got: "Em helwesta PDK'ê ya li hember çalakiya fedaî ya li Enqereyê şermezar dikin. Ji xwe PDK′ê li hember komkujiyên li dijî gelê Kurd têne kirin bêdeng dimîne."

Cîhan Mihemed anî ziman ku çalakiya fedaî ya li Enqereyê wekî peyamek ji bo dewleta Tirk a dagirker e ku sînorên xwe nas bike û rastiya gelê Kurd û girêdana wî bi Rêber Abdullah Ocalan re nas bike.

Welatiyê bi navê Ednan Kalo çalakî pîroz kir û destnîşan kir ku çalakî wekî berisv li hemberî êrişên dewleta Tirka  dagirker ên li dijî gelê Kurdistanê hat kirin û rihê berxwedanê yê gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê nîşan da.

Ednan Kalo got, rêya berxwedanê dê heta pêkanîna serkeftinê bidome û wiha dawî li axaftina xwe anî: ′′Em ê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê, piştgiriya xwe ji gerîla û berxwedana wan re bidomînin."

Welatiya bi navê Xezalê Mele diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike da ku îradeya hêzên leşkerî û projeya demokratîk têk bibe.

Xezalê Mele li ser PDK'ê jî wiha got: "Ev ne cara yekê ye ku PDK'ê xiyanetê li Kurdan dike û di êrişên li dijî gerîla de destekê dide dijmin. Ev xiyanet tu carî nayê qebûlkirin û kiryarên PDK'ê nîşan didin ku ew dijminê hemû gelan e û şerê gelên azadîxwaz dike."

Welatiya bi navê Stêra Erebo hevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û got: "Gerîla hêviya gelan e ku ji bo gel xwe feda dikin û divê PDK'ê dev ji xiyanetê berde."

(mh)

ANHA