`Tecrîd rola Rêbertî di nava civakan û gelan de kêm nake`

Şêniyên Til Hemîsê destnîşan kirin ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan nikare rola wî di nava civakan û gelan de kêm bike.

`Tecrîd rola Rêbertî di nava civakan û gelan de kêm nake`
2 cotmeh, 2023   23:35

Desthilata Tirk a dagirker tecrîda mutleq a li dijî Rêber Abdullah Ocalan didomîne û ji  25`ê Adara 2021`an ve tu agahî jê nayên girtin. Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku armanc ji tecrîdê rêgirtina li pêşiya fikrî wî yên demokratîk û mirovî ye.

Welatiyê bi navê Ebduselam El Casim ê ji navçeya Til Hemîsê tecrîd şermezar kir û diyar kir ku tecrîd li dijî peyman û qanûnên navneteweyî û pîvanên mirovî ye. Her wiha îşaret pê kir ku rêxistinên mirovî û hiqûqî ji bo parastina berjewendiyên xwe bi rejîma Tirk re, li hember tecrîdê bêdeng in.

Welatiyê bi navê Yusif El Mihews jî bang li rêxistinên mirovî kir ku edilane kar bikin û hesabê ji dewleta Tirk a dagirker bipirsin. Her wiha got, dewleta Tirk bi ferzkirina tecrîdê tevahî qanûnên navneteweyî û mirovî bin pê kirin.

El Mihwes xîtabî rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kir û ev bang li wan kir: “Di karê xwe de hesab û berjewendiyên xwe bidin aliyekê.”

El Mihwes got tecrîd nikare pêşî li rola Rêber Abdullah Ocalan di civakan û gelan de bigire û ev li gotinên xwe zêde kir: “Siyaseta înkarkirinê ku di şexsê Rêbertî de li dijî gelên azadîxwaz dimeşîne, vîna me naşikîne, berovajî wê, îsrara me ya mezinkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî, zêde dike.”

Welatiyê bi navê Ehmed El Xenam jî pesna felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û bandora wî ya erênî li ser gelan da û destnîşan kir ku firk û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bi rêya hevgirtina pêkhateyan li erdê pêk tê û ev fikr gelên herêmê kir yek.

El Xenam di dawiyê de wiha anî ziman: “Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji xwe re kiriye bingeh, li hember planên dijber zanatir û bi hêztir bûye. Bi saya projeya neteweya demokratîk herêm ji tariyê û ji bin ebaya pergalên dîktator û hegemoya rejîma Baas derket.”

(şx)

ANHA