ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-10-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-10-2023
2 cotmeh, 2023   23:00

- Şêniyên Til Hemîsê destnîşan kirin ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan nikare rola wî di nava civakan û gelan de kêm bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Welatiyên navçeya Dirbêsiyê çalakiya fedaî ya ku Tabûra Nemiran a NPG′ê  li dijî Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya Wezareta Karên Hundir a Enqereyê pêk anîbû silav kir û helwesta PDK′ê ya têkildarî çalakiyê jî şermezar kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi minasebeta salvegera yekemîn a şehadeta rojnamevan û akademîsyen Nagîhan Akarsel ku 4’ê Cotmeha 2022’yan li Silêmaniyê di êrîşek nemerdane de şehîd bibû, em nivîsa wê ya 27’ê Nîsana 2021’an di rojnameya Yeni Ozgur Polîtîka de hatibû weşandin, careke din diweşînin. (BI WÊNE).

- Mezlûm Keçel diyar kir ku hewldanên wan ji bo rêgirtina li pêşiya qaçaxçîtiya mirovan û qaçaxan didomin. Her wiha aşkera kir ku agahî li ber destê wan hene ku têkilî di navbera qaçaxçiyan û efserên Tirk de heye ji bo ku herêmê ji şêniyên wê vala bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gerînendeya Navenda Ragihandinê ya Serhildana Siwêdayê destnîşan kir ku daxwazên şêniyên Siwêdayê êdî zêde bûn ku banga pêkanîna biryara 2254′an a Neteweyên Yekbûyî û guhertina rejîmê heyî dikin. Her wiha diyar kir ku wê xwepêşandêr ji daxwazên xwe neyên xwarê. (BI WÊNE).

- Fîlmê ‘Tnaş’ ku Ezdeşêr Celel Ehmed ê ji Kobanê derhêneriya wê kiriye, di mîhrîcanên sînemayê yên navneteweyî de 8 xelat wergirtin. Fîlm balê dikişîne ser gelek pirsgirêkên ku penaberên sûriyeyî li Lubnanê pê re rû bi rû dimînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û xiyaneta PDK′ê daxuyaniyekê li ber avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a navçeya Amûdê didin, saet di 10:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Werzîşê ya bajarê Reqayê li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan meşekê li dar dixe, meş ji pêşiya kulba Hêzên Ewlekariya Hundirin dest pê dike, saet di 10:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên gundewarê rojavayê Dêrazorê meşekê ji bo piştgiriya bi QSD′ê re li dar dixin, saet di 10:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li navenda çand û hunerê ya Minbicê merasîmê bîranîna şehîdên mehên Tebax û Îlonê tê lidarxistin, saet di 13:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Navenda Jineolojî ya herêma Firatê û Tevgera Hîlala Zêrîn bi şevbuhêrekek hunerî şehîd Nagîhan Akarsel bi bîr tînin. Şevbuhêrk li Parka Giştî ya li bajarê Kobanê tê lidarxistin, saet di 18:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Pêşangeha wêneyan a ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ve li Parka Ronî War a li bajarê Kobanê hatiye vekirin, di roja sêyemîn de bi dawî dibe, saet di 18:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya nêzîkbûna salvgera 6′emîn a rizgarkirina Reqayê, Komîteya Çand û Şûnwaran Pirtûkxaneya Nîştimanî li Reqayê vedike, saet di 19:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA