​​​​​​​Eşîra Bûbedran: Em bi QSD'ê re ne

Qebîleya  Begara a ji eşîra Bûbedran bi daxuyeniyekê piştgiriya xwe ji QSD'ê re nîşan da û got, ew ê li dijî hewldanên derxistina fitne û tevliheviyê rabin.

​​​​​​​Eşîra Bûbedran: Em bi QSD'ê re ne
2 cotmeh, 2023   15:49

Daxuyanî li herêma Ezba ya Dêrazorê ji aliyê yek ji rûspiyên eşîra Bûbedran bi navê Mihemed Casim El Hemed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de kiryarên xirabkirinê hatin şermezarkirin ku di bûyerên dawîn li Dêrazorê hatin kirin. Her wiha hate gotin, milîsên Îran jî di nav de, hêzên dijber ji bo têkbirina ewlehî û istiqrara Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pey bûyerên li Dêrazorê bûn.

Eşîra Bûbedran di daxuyaniyê de piştgiriya xwe bi QSD û Rêveberiya Xweser re anî ziman û diyar kirin ku projeya QSD û Rêveberiya Xweser projeyeke serkeftî ye, tevahî pêkhateyan di nav xwe dide digre û ewlehî û aştiyê li Sûriyeyê diparêze.

Di dawiyê de daxuyaniyê eşîra Bûbedran bang li Koalîsyona Navneteweyî û kesayetên welatparêz kir ku bi QSD'ê re deverên mayî rizgar bikin û li dijî terorê tê bikoşin.

(mh)

ANHA