Hikumeta Şamê: Normalîzekirin bi Enqereyê re ne pêkan e

Rayedarekî Wezareta Karên Derve careke din destnîşan kir ku ji bo normalîzkirina bi Enqereyê, divê destpêkê hêzên dewleta Tirk a dagirker ji Sûriyeyê vekişin.

Hikumeta Şamê: Normalîzekirin bi Enqereyê re ne pêkan e
2 cotmeh, 2023   08:08

Cîgirê wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Besam Sabax ji ajanseke rûsî re got divê Tirkiye hêzên xwe yên leşkerî ji Sûriyeyê vekişîne, ger neke dê hewldanên normalîzekirinê bi bin kevin.

Sabax wiha domand: “Divê Tirkiye hêzên xwe yên leşkerî bikişîne. Wê demê em ê ji gotubêjkirinê re vekirî bin. Lê ger wisa neke û li ser mayîna xwe israr bike, ev dagirkirineke ne rewa ye. Dê hewldanên normalîzekirinê asteng bike.”

Sabax diyar kir ku tu têkiliyek an jî peywendiyek bi Tirkiyeyê re nîn e.

(şx)