Polîsên Tirk 20 kes destgîr kirin

Polîsên dewleta Tirk vê sibehê li Stenbol û Kirklareliyê bi ser gelek malan de girt û herî kêm 20 kes destgîr kirin.

Polîsên Tirk 20 kes destgîr kirin
2 cotmeh, 2023   06:57

Polîsên dewleta Tirk a dagirker di saetên serê sibê de li bajarên Tirkiyeyê yên Stenbol û Kirklareliyê bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtinan de herî kêm 20 endam û rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêxistinên sivîl ên civakî destgîr kirin.

Navên hin kesên hatine destgîrkirin wiha ne: Endamê Meclisa Giştî yê HDK’ê Ûmût Ezber, endamê Meclisa HDP’ê Cengîz Topbaşli, hevseroka giştî ya Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan, hevseroka HDP’a Pendîkê Oya Aytekîn, rêveberên HDP’a Stenbolê Çetîn Aslanboga û Mesût Firat, rêveberê HDP’a Ataşehîrê Halîl Aksû, hevserokên HDP’a Bakirkoyê Gonca Yangoz û Mehmet Akçîçek û Bulent Yildirim, Zaynel Azadî, Fikriye Sarigol, Bûrcû Demîr, Fethiye Kizmaz, Behiye Demîr, Huseyîn Avras, Baran Sumbul, Oktay Okşal û Behiye Dûman.

HEVSEROKÊ ENSTÎTUYA KURDÎ JÎ DESTGÎR KIRIN

Hat ezanîn ku hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî (Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê) Eyup Subaşi jî hatiye destgîrkirin.

Wezîrê karên hundir ê dewleta Tirk Alî Yerlîkaya têkildarî mijarê daxuyaniyek da û got bi ser 26 navnîşanan de girtine. Yerlîkaya îdia kir ku siyasetmedar û nûnerên saziyên sivîl ên civakî bi îdiaya “alîkariya rêxistinê” hatine destgîrkirin.