QSD: Li Dêrazorê çeteyek hat kuştin, 2 hatin girtin

Li Dêrazorê di operasyona QSD′ê de, çeteyekî şaneyên DAIŞ′ê hat kuştin û 2 çeteyên din hatin girtin.

QSD: Li Dêrazorê çeteyek hat kuştin, 2 hatin girtin
1 cotmeh, 2023   18:15

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku Yekîneyên wan ên Dijî Terorê li bajarokê Mergeda yê Dêrazorê şaneyeke DAIŞ′ê ji hev xist.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

′′Roja Şemiyê 30′ê Îlonê, Yekîneyên Dijî Terorê (YAT) yên girêdayî hêzên me bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî operasyoneke ewlekariyê li dijî şaneyeke rêxistina DAIŞ a terorîst pêk anî ku emîrek di nav de hebû. Operasyon li bajarokê Mergeda yê gundewarê bakurê Dêrazorê pêk hat.

Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ji hewa ve çavdêrî dikirin. Mala endamên şaneya terorî xwe lê vedişartin hat dorpêçkirin.  Di encamê de yekîneyên me 2 endamên şaneyê girtin. Şervanên yekîneyên me bang li terorîstekî din ê şaneyê kir , lê bersiv neda û hewl da bireve, ji ber vê yekê şervanên me neçar man gule lê bireşînin û di encamê de terorîst hat kuştin.

Şane çete û cebilxane didan rêxistina DAIŞ a terorîst û endamên DAIŞ′ê direvandin da ku kiryarên terorî pêk bînin, saziyên sivîl û yên xizmetguzariyê û endamên hêzên me bikin hedef û ewlehî û silametiya welatiyan û istiqrara herêmê têk bibin.

Di operasyonê de miqdareke çek û amûrên leşkerî yên li cem şaneyê hatin desteserkirin:

-Guleyên kilaşînkof

-2 bomeyên destan

-3 telefonên destan

-Telefoneke normal

- Hinek amûrên leşkerî."

(bb)

ANHA