​​​​​​​Rûniştina doza qetilkirina 2 xwişkan hat taloqkirin

Dadgeha Gel rûniştinên doza qetilkirina 2 xwişkan a li navçeya Tirbespiyê taloqî 16'ê vê Cotmehê kir.

​​​​​​​Rûniştina doza qetilkirina 2 xwişkan hat taloqkirin
1 cotmeh, 2023   18:46

24'ê Îlona borî , Dadgeha Gel a navçeya Tirbespiyê rûniştina doza qetilkirina Asya Îbrahîm (16) û xwişka wê Emîne Îbrahîm (18) taloqî destpêka Cotmehê kiribû. Sedem taloqkirinê ne amadebûna 2 tawanbaran û bavê herdu xwişkan ku bi kuştinê hatibû girtin.

Dadgehê îro bi beşdarbûna 5 tawanbaran ji bingehê 7 tawanbaran rûniştina duyemîn li dar xist. Di rûniştinê de rêveberên Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan wek aliyê gilîkar û nûnerên Kongra Star wek aliyekî çavdêr beşdar bûn.

Di serî de mikurhatinên tawanbaran gunehbaran hatin xwendin, piştre îfadeyên wan hatin guhdarkirin.

Dadgehê biryar da ku rûniştin heta 16'ê vê Cotmehê bên talqokirin

ÇI QEWIMÎ?

Di 12'ê Tîrmeha borî de Asya  Îbrahîm Hisên (16) û xwişka wê Emîne Îbrahîm Hisên (18) li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo jiyana xwe ji dest da. Malbata wan dema ku cenazeyên her du xwişkan birin navenda Heyva Sor a Kurd îdia kir ku wan ji ber kehrebeyê jiyana xwe ji dest daye.

Dozgeriya Giştî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a navçeyê yekser berî dan cihê bûyerê û lêkolîn dan destpêkirin. Di encama lêkolînê de derket holê ku her du xwişk hatin xeniqandin. Di wê rojê de 5 kes (bavê her du xwişkan, jinbava wan û 3 apên wan) hatin binçavkirin. Her wiha birayra binçavkirina metik û apekî din ên her du xwişkan hate dayîn û lê hîna hatin binçavkirin.

 (mh)

ANHA