Encamnameya komxebata jinan aşkera bû

Di encamnameya komxebata jinan de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de banga xurtkirina têkoşînê hat kirin.

Encamnameya komxebata jinan aşkera bû
1 cotmeh, 2023   17:48

Komxebata bi dirûşma “Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareseriya krîzan stûna bingehîn e” bi encamnameyekê bi dawî bû.

Komxebat vê sibehê ji aliyê Kongra Star ve di çarçoveya kampanyaya "Dem dema azadiyê ye′′ de li hola Zana ya li bajarê Qamişloyê dest pê kiribû. Ji tevger û rêxitinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derdora 100 jin beşdarî komxebatê bûn. Her wiha endama Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk û berdevka Însiyatîfa Nûn a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Sewsen Şoman bi rêya zoomê beşdar bûn. Di komxebatê de 4 mijar hatin nîqaşkirin.

Encamname bi zimanê kurdî ji aliyê Hena Xalid û bi zimanê erebî ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo ve hat xwendin.

Di encamnameyê de hate gotin: ′′Di komxebatê de têgeha rêveberiyê li Rojhilata Navîn û rastiya wê bi nêrîna Rêber Abdullah Ocalan hat nîqaşkirin. Dûrketina ji cewherê rêberiyê bû sedema felaketan ku bi serê gelên herêmê hatin. Her wiha şer, nakokî û alozî derketin. Ji ber vê yekê pêwîstî bi veger û lêgerîna li têgeha rast a rêbertiyê ku xwe bispêre îradeya gelan hate dîtin ku karibe civakan pêş bixe û hêviyên gel pêk bîne. Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan vê yekê piştrast dike.

Di komxebatê de komploya navneteweyî û rewşa heyî ya Rêbertî û bandorên wê li rêgeha çareseriyê li herêmê hatin nîqaşkirn. Her wiha girîngiya projeya neteweya demokratîk wekî çareserî û rêya derketina ji aloziyên heyî haitn nîqaşkirin. Konfedralîzma jinan jî wekî rêya serketinê hat nîşankirin. Di nîqaş, nêrîn û pêşniyarên derketin pêş de girîngiya xwedîdkeretina li projeya neteweya demokratîk û girêdana bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan a têkildarî azadiya jinan, rêxistinkirin û perwerdekirina wan hate destnîşankirin. Beşdarên komxebatê diyar kirin ku dê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî bidomînin."

Li gorî encamnameyê, di komxebatê de ev armanc û pêşniyar derketin pêş:

1-Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dê têkoşîn di hemû qadan de, siyasî, diplomatîk û hiqûqî de dewam bike.

2-Bi armanca xurtkirina eniyeke jinan û bi rêya konfedralîzma jinên demokratîk, divê diyalog û peywendî bi tevgerên jinan ên li Rojhilata Navîn werin pêkanîn.

3- Têkoşîna jinan a ji bo azadiyê were geşkirin, ji ber ku azadiya jinan ji azadiya Rêbertî ye.

4-Ji bo aşkarekirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan û azadkirina wî, xebat bi hemû rêbazan werin zêdekirin û bang li gel were kirin.

5-Li welatên ku dewlet beşdarî komploya navneteweyî ya li dijî Rêbertî bûne, çalakî û meş werin lidarxistin,  ji bo azadkirina Rêbertî name ji xwediyên biryaran ên wan dewletan re werin şandin.

6-Li tevahî welatan tevahî beşên civakê beşdarî meşên ji bo azadiya Rêberî werin kirin.

(bb)

ANHA