Girtiyê nexweş Denîz, hat berdan

Denîz ku berdana wî bi şeş mehan hat astengkirin,  îro ji Girtîgeha 1 a Kandira ya Kocaeliyê derket.

Girtiyê nexweş Denîz, hat berdan
28 îlon, 2023   12:59

Girtiyê nexweş Ûlaş Denîz ku Desteya Rêveberî û Çavdêriyê (ÎGK) berê 6 mehan poşmanî li ser ferz kir, lê wî qebûl nekir, îro ji Girtîgeha 1 a Kandira ya Kocaeliyê derket. Xizm û rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan û Hikûmxwariyan  ya Marmarayê (MATÛHAYDER) Denîz li ber girtinehê pêşwazî kirin

 Ûlaş Denîz û malbata xwe bi hev re ber bi Sûltanbeylî ya Stenbolê ve rê ketin.