Malbatên şehîdan êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Malbatên şehîdan êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
28 îlon, 2023   12:54

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê li Goristana Şehîdan a Minbicê daxuyaniyek da.

Rêvebera Nivîsgeha Perwerdeyê ya Meclisa Malbatên Şehîdan Huda El Mewas daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Herêmên Parastinê yên Medyayê, hedefkirina hevrêyên wekî heval Aslan û hevrêyên wan şermezar dikin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Sûcên dewleta Tirk a dagirker hemû nirxên mirovahiyê derbas kirine. Polîsên dewleta Tirk destûr nedan ku ji bo rojnamevan Seyîd Evran taziye li Amedê bê danîn û rahişt mifteya mala şînê. Ji ber vê yekê malbat neçar ma merasîma sersaxiyê li pêşiya malê li dar bixe.”

Di dewama daxuyaniyê de gerîla Rûken û Sara yên di 26′ê Îlona 2022′yan de li Mêrsînê çalakiyên fedaî li dijî artêşa Tirk a dagirker pêk anî, hatin bibîranîn û wiha hate gotin: “Rûken û Sara bi çalakiya xwe tirs û xof xist nava refên artêşa Tirk a dagirker. Mîna şehîda hemdem Zîlanê bi rihê apoyî berxwedaneke efsanewî nîşan da û navên xwe di rûpelên dîrokê de nîvisandin. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê têkoşînê û rihê fedaî geş bikin ta armancên xwe û azadkirina gel mîsoger bikin."

(bb)

ANHA