Eşîrên Girê Spî: Em ê li hemberî planên dewletên dijberî herêmê bisekinin

Şêx û rûspiyên eşîrên kantona Girê Spî operasyonên ewlehiyê yên QSD′ê silav kir û got, ew ê li hemberî planên dewletên dijîberî herêmê bisekinin.

Eşîrên Girê Spî: Em ê li hemberî planên dewletên dijberî herêmê bisekinin
28 îlon, 2023   13:35

Şêx û rûspiyên eşîrên kantona Girê Spî yên li navçeya Eyn Îsayê bi daxuyaniyekê bal kişand ser geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî rewşa Dêrazorê di çend hefteyên dawîn de û operasyonên QSD′ yên ji bo parastina ewlehiya herêmê.

Di daxuyaniyê de bang li tevahî pêkhateyên Dêrazorê hat kirin ku ji hewldanên dewletên dejiber ên derxistina fitneyan û têkbirina ewlehiya herêmê de şiyar bin.

Şêx û rûspiyan operasyonên ewlehiyê yên QSD′ê yên li dijî şaneyên DAIŞ û hêzên dijberî projeya Rêveberiya Xweser silav kir û got, ew ê bi QSD′ê re bin û li hemberî hêzên dijber û dagirker bisekinin.

(bb)

ANHA