Serokkomarê Qerebaxê biryara hilweşandina komara Qerebaxê da

Komara Qerebaxê ku yekalî serxwebûna xwe ragihandibû, piştî êrişa dawî ya Azerbaycanê, biryar li ser rakirina hikumê xwe û hemû saziyên xwe da.

Serokkomarê Qerebaxê biryara hilweşandina komara Qerebaxê da
28 îlon, 2023   12:24

Serokkomarê Qerebaxê Samvel Chakramanian bi giştînameyekê ragihand ku dê hemû sazî û rêxistinên hikûmetê ku ji 1’ê Çileya 2024’an ve ji holê rabin û dawî li Komara Qerebaxê were.

20′ê Îlonê Azerbaycanê bi carekê êriş bi ser Qerebaxê. Şev û rojek bi şûn de Qerebaxê biryara danîna çekan da û qebûl kir ku herêm entegreyê Azerbaycanê bibe.

ZÊDEYÊ 65 HEZAR KESAN BAR KIRIYE

Piştî êrişê Qerebax vala dibe. Xelk terka cih û warê xwe dike. Li gor daxuyaniyê ku rayedarên Ermenistanê da, 65 hezar û 36 kesên Qerebaxî li Ermenistanê bûne penaber. Ev hejmar hema bibêje nîvê nifûsa Qerebaxê ye.

MEL GIBSON: CARDIN TEVKUJÎ YE

Aktor û derhênerê Emerîkayî Mel Gibson vîdyoyek li ser torên medyaya dîjîtal weşandiye, tê de dibêje: ‘’Dîrok bi awayekê trajîkî dubare dibe.’’

Gİbson di peyama xwe de ji bo xelkê Qerebaxê dibêje: ‘’Em şahidê tevkujiyekê ne ku berdewam e.’’

Gibson bi bîr xist ku ji ber baweriya xwe bi sedan sal in zexta li ser Ermenan berdewam e û ji bo xelkê Qerebaxê bikare li cih û warê xwe vegere bang li civaka navneteweyî kir ku bikevin hewila dîplomasiyê.

Gibson di dawiya peyama xwe de wiha dibêje: ‘’Ez ji Ermenan re ku êşê dikişînin dibêjim: Ji wêrekiya xwe nebin, Xwedê bi we re ye.’’