HBDH’ê li  navenda polîsên dagirker xist

Milîsên  HBDH'ê  li navçeya Geverê ya Colemêrgê li navenda polîsan xistin.

HBDH’ê li  navenda polîsên dagirker xist
28 îlon, 2023   12:39

Milîsên Îslam Ronî yên Tevgera Şoreşa  Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ragihand  ku wan  şeva 23'ê Îlonê sate di 22:30'an de li hemberî Navenda Polîsan a 75. Yil a li Geverê çalakiyek pêk aniye.

Milîsên Îslam Ronîderbarê mijarê de daxuyaniyek weşand û ragihand ku çalakî bi bombeyên destan, çekan û fîşekên hewayî pêk hatiye.

Milîsên HBDH'ê nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û xiyaneta PDK'ê dan û bang li ciwanên Kurdsitanê kir ku li her derê li dijî xiyaneta PDK'ê bikevin nava liv û tevgerê û tevlî nava refên HBDH'ê bibin.