Milîsên HBDH'ê li Geverê ya Colemêrgê çalakî kir

Milîsên Îslam Ronî yên HBDH'ê ragihand ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê li Navenda Polîsan xistine.

Milîsên HBDH'ê li Geverê ya Colemêrgê çalakî kir
28 îlon, 2023   12:19

Milîsên Îslam Ronî yên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ragihand ku şeva 23'ê Îlonê saet di 22:30'î de li hemberî Navenda Polîsan a 75. Yil çalakî kirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi bombeyên destan, çekan û fîşekên hewayî çalakî hatiye kirin.

Milîsên HBDH'ê nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û xiyaneta PDK'ê dan û bang li ciwanên Kurdsitanê kir ku li her derê li dijî xiyaneta PDK'ê bikevin nava liv û tevgerê û tevlî nava refên HBDH'ê bibin.