​​​​​​​Li Şedadê 3 şehîd hatin oxirkirin

Xelkê navçeya Şedadê ya kantona Hesekê 3 şehîdên QSD′ê oxir kirin û got ew ê heta serkeftinê şopdarên rêya şehîdan bin.

28 îlon, 2023   11:59

Xelkê Şedadê ji bo oxirkirina 3 şehîdan berê xwe da goristana şehîdan a li Şedadê. Şervan Elî Mihemed El Îsa (Egîd) û Xelîl Ehmed El Ebid (Ebid) di 26′ê Îlonê de li navçeya Zîbanê ya rojhilatê Dêrazorê şehîd bûbûn, her wiha Nûr Şelaş El Ferec (Ciwan Hesekê) di 25′ê Îlonê de li gundewarên Dêrazorê şehîd bûbû.

Di merasîmê de ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şedadê Ewde El Hisên sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: “Van şehîdan di oxira azadiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de canê xwe da.”

El Hisên diyar kir ku heta pêkanîna armancên şehîdan ew şopdarên rêya wan in.

Piştî axaftinan wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin û di nava tilîliyên dayikan û dirûşmên ′Şehîd namirin′ de şehîd hatin veşartin.

(fr)

ANHA