Dîmenên operasyona hêzên Minbicê li dijî çeteyan hatin weşandin

Meclisa Leşkerî ya Minbicê dîmenên operasyona şervanên xwe li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker weşandin. Şervanan dema çeteyan xwe amade dikir êrişî nuqteyên wan bikin operasyon li dijî wan pêk anî, di encamê 4 çete hatin kuştin û 3 birîndar bûn.

Dîmenên operasyona hêzên Minbicê li dijî çeteyan hatin weşandin
28 îlon, 2023   06:59

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser malpera xwe ya fermî dîmenên operasyonê weşand. Li gorî navendê di çarçoveya parastina rewa de û parastina xelkê Minbicê û bersivdana êrişên dagirkeriyê hêzên Meclisa Leşkerî ya Mınbicê operasyoneke din li dijî çeteyan li gundewarên Minbicê pêk anî.

Navendê diyar kir ku di 25′ê Îlonê de, saet di 21:00′an de, dema çeteyên li gundê Seyade yên li gundewarê Minbicê bi cih bûne amadekariya êrişekê li dijî nuqteyên hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û gundewarên wê dikir, şervanan tevgerên wan şopandin û bersiva çeteyan da. Di encamê de 4 çete hatin kuştin û 3 birîndar bûn.

Li gorî navendê hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku ew her tim amade ne û dê bi xurtî bersiva êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker bidin.

(fr)