Li Yewnanistanê lehî: 15 kes mirin

Ji ber bahoza Eliasê li gelek herêmên Yewnanistanê lehî rabû û di encamê de 15 kes mirin.

Li Yewnanistanê lehî: 15 kes mirin
28 îlon, 2023   06:45

Bahoza Eliasê bi taybetî Girava Egribozê bandor kir. Ligel lehiyê ceyran jî qut bû û hin rê jî hatin girtin.

Li bajarê Mantoudi yê li bakur-rojhilatê giravê, mirovên ku malên wan di bin avê de mabûn neçar man xwe li qatên jor ragirin.

Weke bahoza Daniel di destpêka Îlonê de, bajarê navendî yê Yewnanistanê Larissa û qûntara Çiyayê Pelion jî zirareke mezin dît. Gundek jî wek tedbîr hate valakirin.

Bahoza Daniel ji xwe li gelek herêma Thessalyayê xistibû. Ziyanên madî hê jî nehatine sererastkirin. Ji ber bahozê gelê herêmê herî kêm hefteyekê bê kehrebe û ava vexwarinê man û 15 kes mirin. Ji ber mirina bi hezaran ajalan nexweşî derket.