Çîroka korîdora Zangezur a Eremenistanî çi ye?

Hêzên Azerbaycanê bi piştgiriya madî û manewî ji dewleta Tirk a dagirker ve qirkirina etnîkî pêk tîne û êdî dewleta Tirk girîngiyê dide vekirina korîdorekê ku bi Azerbaycanê ve were girêdan. Gelo helwestên dewletên têkildar ên destwerdêr mîna Rûsya û Îranê çi ne?

Çîroka korîdora Zangezur a Eremenistanî çi ye?
28 îlon, 2023   06:44

Hêzên Azerbaycanê êrişî Qerebaxê kir. Ermenistaniyn li Qerebaxê ji ber metirsiya qirkirina etnîkê koçber bûn. Hemwextî wê serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan bi serokê Azerbaycan Ilham Aliyev re li  Nakhichevanê civiya. Erdogan kêfxweşiya xwe bi encamên êrişî veneşartin û got, "Tiştekî serbilind e ku Azerbaycanê di demeke kurt de bi ser ket." Ew hevdîtin hemwextî binpêkirinên hêzên Bako li dijî jin û zarokan di êrişên xwe yên li dijî welatiyên li Qerebaxê de pêk hat.

Li gor çavdêran, serdana Erdogan di vê demê de provaksyon û şantajkirin e. Ji ber ku dijminatiyeke dîrokî di navbera ermen û pêşiyên Erdogan ên osmanî de heye. Her wiha Bakoyê daxwaz kir ku Ermenistan rê bide wê ji bo ku korîdora veguhastinê ya  Zangezur  veke ku Nakhichevanê bi bejahiya sereke ya Azerbaycanê ve girê dide û rêyeke bêqeyd peyda dike. Lê Ermenistan ev şert red kirin û wek dagirkirina axa xwe bi nav kir ku dê welêt ji Îranê qut bike.

HELWESTA RÛSYAYÊ LI HEMBER KORÎDORÊ

Hegemoniya Rûsya li Ermenistan û Azerbaycanê heye, ji ber ku her du berê beşeke Yekitiya Soveyt bûn. Têkiliyên her duyan jî bi Tehran û Enqereyê re hene. Rûsya hêza herî xurt li herêmê ye ku dikare pêşeroja korîdorê diyar bike. Ruxmî ku têkiliyên wê bi Ermenistanê re hinekî aloz bûn, piştî daxuyaniyên serokwezîrê Ermenistanê li dijî Rûsyayê û rahênanên armerîkî-ermenî. Têkiliya Rûsya bi Azerbaycanê re baş e û bi Tirkiyeyê re xurt e. Li rex wê hevbendiya wê bi Tehranê re heye.

Rûsya tu carî girêdana Azerbaycanê bi Nakhichevanê  ve bi rêya korîdorê red nekir, berovajî wê, li gorî raporan, Rûsyayê zext li Ermenistanê kir ku korîdorê veke. Piştî tevgera leşkerî ya li Ukraynayê, êdî pêwîstiya Moskovê bi vekirina korîdorê zêdetir bû, nexasim piştî ku xetên bazirganiyê bi Ewropayê hatin qutkirin. Her wiha raporan da zanîn ku tê payîn parêzvanên sînor ên Rûsyayê çavdêriya korîdorê bikin, lê belê helwestên dawîn ên Moskov û Yerîvanê, îdiakirina Ermenistanê ku Rûsya dev ji ermenên Qerebaxê berdaye dê bandorekê li têkiliya di navbera herdu aliyan de bike. Nexasim di warê daxwaza Yerîvanê de ya avakirina têkiliyan bi Yekitiya Ewropayê û Washingtonê re.

HELWESTA ÎRANÊ LI HEMBER KORÎDORÊ

Ji bo Îranê ev mijar xeteke sor e. Gelek caran jî ev helwesta xwe nîşan da. Di wê çarçoveyê de rahênanên leşkerî li seranserî sînor li dar xist.

Serokê dewleta Tirk a dagirker Erdogan di dema vegera wî ya ji Azerbaycanê de di Tîrmeha borî de helwesta nerênî ya Îranê li hember projeya korîdorê rexne kir û got: "Pirsgirêka projeya korîdora Zancîzor girêdayî Îranê, ne Ermenistanê ye. Ev helwesta Îranê me û Azerbaycanê aciz dike. Divê wê jî aciz bike."

Aloziya Tirkî-Îranî ya li ser vê korîdorê xwedî sedem in. Her aliyek hewl dide hegemoniya xwe xurtir bike. Tê destnîşankirin ku xeta nû dê ji xeta niha ya ku di 30'ê Cotmeha 2017'an de hatiye vekirin kurttir be. Ew xet ji parêzgeha Qarsê ya Tirkiyeyê, di paytexta Gorcistanê Teblîsî re derbas dibe û li peytexta Azerbaycanê Bakoyê bi dawî dibe.

Piştî ku Enqereyê berî 2 hefteyan ragihand ew ê korîdorekê di navbera xwe û Azerbaycanê de ku di Ermenistanê re derbas dibe veke, Îranê dest bi şandina sewqiyatên leşkerî ber bi sînorê bakurê rojava ve kir.

Wezîrê parastinê yê Îranê Mihemed Rîda Aştiyanî got: "Helwestên me zelal in û em tu guhertinên geosiyasî li herêmê qebûl nakin."

Her wiha, hevkariya di navbera Bako û Til Avîvê de helwesta redker a Îranê zêdetir dike ku di encamê de têkiliyên Azerbaycan û Îranê paş ketin.

Di dawiya Adara 2023'yan de Bako, balyozxaneya xwe li Til Avîvê vekir û piştre berpirsekî ewlehiya balyozxaneya Azerbaycanê ya Tehranê ji aliyê çekdarekî îranî ve hat qetilkirin, ev yek hişt ku Bako balyozxaneya xwe ya Îranê bi awayekî demkî bigire.

Têkildarî heman mijarê, serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan got: "Me rê neda tu korîdorek di nava xaka Ermenistanê re were vekirin, lê tevî wê jî em amade ne rê di her demê de vekin, me ev pêşniyar pêşkêşî Azerbaycanê kir û dema ew qebûl bike em ê di zûtirîn dem de pêk bînin."

GIRÎNGIYA KORÎDORÊ JI BO TIRKIYE Û AZERBAYCANÊ

Nîşaneyên li ber dest, îşaret pê dikin ku heke korîdor vebe, dê têkiliya bejahî ya dewleta Tirk bi dewletên Asyaya Navîn re yên nijadên wan tirk in, xurttir bike. Ev xizmeta Enqereyê dike ku dixwaze rola rêveberê herêma Orasyayê bike. Her wiha derfetên ′rêxistina dewletên Tirk′ zêdetir dike ku ji Tirkiye, Azerbaycan, Kazexistan, Ozbegistan û Qirxistan û Turkmenistanê pêk tê. 

Di aliyê aborî de, korîdor dê girêdaneke xurt di navbera Tirkiye û Azerbaycanê de çêke. Beyî ku di Îranê re derbas bibin û bac û gumrukan bidin.  Her wiha dûrbûna di navbera Tirkiye û Azerbaycanê de kêm bike, rêya nû wê ji rêya trênê ya ji Qarsê dest pê dike, di paytexta Gorcistanê Teblîsî re derbas dibe ta digihêje Bakoyê, kurttir be. Ev korîdor, dê cihê Tirkiye wek navendeke veguhastina enerjiyê, bazirganiyê ji Asya Navîn ber bi sûkên Ewropayê bi rêyên alternatîf, xurttir bike.  

(mh)