​​​​​​​Ciwanên Kobanê: Divê Kurdên Başûrê Kurdistanê li hember xiyanetê rabin

Ciwanên Kobanê got: "Çekdarên PDK′ê êdî di destê dewleta Tirk a dagirker de li dijî Kurdan çek e û divê Kurdên li tevahî erdnîgariya Kurdistanê serî li hember wan hildin. Ji ber xiyanet ji cureyên şer ên herî xeternak e."

​​​​​​​Ciwanên Kobanê: Divê Kurdên Başûrê Kurdistanê li hember xiyanetê rabin
28 îlon, 2023   03:17

Bertekên û şermezarkirina gel ên li dijî siyasetên PDK′ê, piştgirî û hevkariya wê bi artêşa Tirk a dagirker re di êrişên li dijî HPG′ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê de zêde dibin.

′HEWL DIDIN VÎNA KURDAN BIŞIKÎNIN′

Ciwana bi navê Şevîn Hecî li ser mijarê wiha got: "Şerm e em bêjin çekdarên PDK′ê Kurd in. Ew êdî di destê dewleta Tirk a dagirker de li dijî Kurdan çek in. Divê Kurdên li Başûrê Kurdistanê serî li hember wan hildin. Ji ber ku xeta xiyanetê ji cureyên şer ên herî xeternak e."

Şevîn wiha domand: "Armanca yekemîn a dewleta Tirk a dagirker şikandina vîna gelê Kurd ê azadîxwaz e. Piştî di pêkanîna serkeftinan li dijî hêzên gerîlayan de bi bin ket êdî dewleta Tirk li rêbazeke hema manewî be jî digere. Rêya xwe di çekdarên PDK′ê de dît, lê bi bin ket û dê bi bin bikevin jî. Hêzên gerîla hêviyên gelên azadîxwaz û xwediyê maf in. Ji lew re dê serkeftin para me be."

Ciwanê bi navê Îsmaîl Hesen jî got rêya xiyanetê çi qas li ber xwe bide dê dawiya wê têkbirin be û kî li dijî hêzên gerîla û vîna gelên herêmê bisekine dê berdêlekî giranbuha bide û wiha got: "Tiştê îro li çiyayên Kurdistanê pêk tê, ji me re û ji azadîxwazan re destpêka serkeftinê ye. Dawiya dewleta Tirk û alîgirên wê dê li ser destê hêzên gerîlayan be."

′EM YEKCAR TESLÎM NABIN′

Ciwanên bi navê Ocalan Mihemed jî wiha got: "Hêzên gerîla hêviya gelê herêmê li dijî dagirker û êrişkarên li ser erdnîgariya Kurdistanê û têkbirina xayînan in. Ji lew re dewleta Tirk a dagirker destê xwe kiriye destê çekdarên PDK′ê ku xeta berxwedanê ya li çiyayên Kurdistanê bişikîne. Lê hêzên çekdar nizanin gerîla ji tevahî çekên wan bihêztir in. Ji ber wê dê gerîla bi ser bikevin û êrişên dewleta Tirk a dagirker têk bibin."

Mihemed wiha domand: "Divê çekdarên PDK′ê baş bizanin em Kurd wan naborînin. Ji ber ku ew li dijî kesên hebûna me diparêzin derdikevin û yekcar teslîm nabin."

Ciwana bi navê Neda Muslim bang li Kurdên li erdnîgariya Kurdistanê kir ku serî li hember xayinan hildin, piştgiriya gerîla di şerê çarenûsê ya li dijî artêşa Tirk a dagirker de bikin.

(fr)

ANHA