Dîmenên hovîtiya çeteyên dewleta Tirk

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Raco ya kantona Efrîna dagirkirî êrişî welatiyan kir û gule li wan reşandin.

Dîmenên hovîtiya çeteyên dewleta Tirk
25 îlon, 2023   12:33

Navenda Belgekirina Binpêkirinan dîmenek weşand. Di dîmen de çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, li navçeya Raco ya kantona Efrîna dagirkirî guleyan li welatiyan direşînin.

Di dîmenan de welatiyek ku çeteyan lê daye, li erdê ye û yên derdorê jî hewl didin wî derman bikin.

Li herêmên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatine dagirkirin alozî, bêewlehî, sûcên revandin û talankirina milkên welatiyan dewam dikin. Her wiha gelek êrişên zayendî yên li dijî jinan jî tên belgekirin.

(bb)

ANHA