​​​​​​​DFG: Bîranîna Evran dê di têkoşîna me de bijî

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê daxuyand ku mîrateya Seyîd Evran dê di têkoşîna çapemeniya azad de bijî.

​​​​​​​DFG: Bîranîna Evran dê di têkoşîna me de bijî
25 îlon, 2023   12:43

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî şehadeta Seyîd Evran daxuyaniyeke nivîskî weşand.

DFG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Me bi xemgîniyeke mezin nûçeya şehadeta hevrêyê xwe yê rojnameger, xebatkarê Çapemeniya Azad Seyîd Evran wergirt ku di 22’yê Îlonê de ji ber nexweşiya dil koça dawîn kiriye.

Seyîd Evran jiyana xwe ji bo têkoşîna azadî ya gelê Kurd da meşandin. Bi pênûs û kameraya xwe tiştên ku li seranserê Kurdistanê diqewimîn tomar kir. Seyît Evran ê ku tevî hemû zehmetiyan qadên şer terk nekir, di salên 1990'î de meşa pîroz a ku bi Gurbetellî Ersozan re dabû destpêkirin li Bakur, Başur, Rojhilat û herî dawî li Rojava berdewam kir. Di xeta Çapemeniya Azad de şer, jiyana gelên Kurdistanê, rastiyên têkoşîn û berxwedanê ji raya giştî ya cîhanê re ragihand.

Seyîd Evran di vê têkoşîna pîroz de ku bi hêz, heyecan û baweriya xwe meşiya, tevlî karwanê şehîdên Çapemeniya Azad bû. Bîranîn û mîrateya wî wê di têkoşîna mezin a gelê Kurd de bijî.”