Pêdiviyên dibistanan li xwendekarên Eyn Îsyê hatin belavkirin

Meclisa Kantona Girê Spî pêdiviyên dibistanan li xwendekarên dibistanên rojhilatê Eyn Îsayê belav kirin.

Pêdiviyên dibistanan li xwendekarên Eyn Îsyê hatin belavkirin
Pêdiviyên dibistanan li xwendekarên Eyn Îsyê hatin belavkirin
Pêdiviyên dibistanan li xwendekarên Eyn Îsyê hatin belavkirin
Pêdiviyên dibistanan li xwendekarên Eyn Îsyê hatin belavkirin
Pêdiviyên dibistanan li xwendekarên Eyn Îsyê hatin belavkirin
25 îlon, 2023   12:17

Meclisa Kantona Girê Spî li rojhilatê navçeyê Eyn Îsayê, çante û pêdiviyên dibistanan li xwendekarên dibistanên herêmê belav kirin.

Hevseroka meclisê Fadîle Mihemed û endamên Komîteya Jinan a kantonê çavdêriya belavkirina pêdiviyan kir.

Pêdiviyên dibistanan, li dibistanên bajarokê Hîşe û gundên wê û yên li nêzî eniyên şer hatin belavkirin.

Li gorî endama Rêveberiya Komîteya Jinan Medîne Mihemed, ji vê xebatê armanc dikin piştgiriya şêniyan bikin ku tevî êrişan jî li herêmê ne û li ber xwe didin. Her wiha da zanîn ku wan xwest zarokan teşwîqî xwendinê bikin.

Çavdêrên xebatê, hewldanên kadroyên perwerdeyê yên li herêmên nêzî eniyên şer, silav kirin û daxwaz ji wan kir ku xebatên xwe berdewam bikin.

Dê ev xebat li bajarok û gundên kantona Girê Spî (navçeya Cirin û Hebah) û kampa koçberên Girê Spî jî pêk were.

Beriya wê jî, pêdiviyên dibistanan li zarokên şehîdan ên kantona Girê Spî hatibûn belavkirin.

(şx)

ANHA