Encamnameya civîna berfireh a zanîngehan

Hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 3`yemîn civîna xwe ya berfireh li dar xist. Di civînê de Şînda Dawid û Xelîl Elî wek hevserok hatin hilbijartin.

Encamnameya civîna berfireh a zanîngehan
Encamnameya civîna berfireh a zanîngehan
Encamnameya civîna berfireh a zanîngehan
Encamnameya civîna berfireh a zanîngehan
Encamnameya civîna berfireh a zanîngehan
Encamnameya civîna berfireh a zanîngehan
Encamnameya civîna berfireh a zanîngehan
Encamnameya civîna berfireh a zanîngehan
Encamnameya civîna berfireh a zanîngehan
Encamnameya civîna berfireh a zanîngehan
Encamnameya civîna berfireh a zanîngehan
25 îlon, 2023   12:15

Hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 22, 23 û 24`ê Îlonê de 3`yemîn Civîna Berfireh a Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Zanîn xwebûn e, xwebûn hebûn e” bi amadebûna akademîsyen, nûnerên Rêveberiya Xweser û qada perwerdeyê, delegeyên zanîngehên Rojava, Kobanê û El Şerq, li avahiya Zanîngeha El Şerq a li Reqayê li dar xist.

Hemaheniyê encamnameya civîna berfireh a zanîngehan ragihand. Xalên ku di encamname hatine eşkerekirin, wiha ne:

1. Ji bo bi awayekî xurt jiyanîkirina rihê neteweya demokratîk, rola pêşengiya zanîngehên me bi girîngî hate nirxandin. Di vê babetê de hate diyarkirin ku pirrengî, pirdengî û pirzimaniya civakên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hemû warên zanîngehan de zêdetir cihê xwe bigirin.

2. Meclisa Jinan, bi pêşketinên akademîk û pergalî ya her sê zanîngehan, tekezî kir ku rol û misyona jinan dê li ser pêşketinên zanîngehê bi bandor bin. Her wiha di qada zanistî de li hember hişmendiya zayendperest helwest û têkoşîna xwe dê bidomîne.

3. Meclisa Xwendekaran bi amadebûna nûnerên xwe îradeya xwe di vê civînê de diyar kir û hate destnîşankirin ku nifşekî nû di siberoja zanîngehê de gav bi gav cihê xwe digire.

4. Di rewşa heyî ya cîhan de, rol û mîsyona zanîngehan di hêla civakeke exlaqî û polîtîk de careke din hate xuyakirin. Her wiha ji bo çareseriya pirsgirêkên cîhanî pêşengiya zanîngehên azad û demokratîk hate şîrovekirin. Wek cewher akademîbûyîna zanîngehan bi armanceke sereke hat binavkirin.

5. Di civînên 3 rojan de careke din girîngiya zanîngeheke civakî hate nirxandin. Zanîngeh dema ku stratejiyên xwe datîne, pîvan û mîsyona sereke ew e ku pêwîstî û siberoja civaka demokratîk esas bigire.

6. Zanîngeh zêdetir girîngiyê bide xebatên lêkolînê ku ji bo pirsgirêkên di nava civakê de derdikevin, rêya çareseriyê veke. Pêwendiyên xwe bi saziyên civakî re xurttir bike.  

7. Li zanîngehên ku zimanê perwerdeyê kurdî ye, zêdetir asta kurdîkirina wane, çavkanî,  mufredat, xwendin û nivîsînê bê bilindkirin.

8. Ji bo zanîngehên me bi zanîngeh û akademiyên cîhanî re pêwendiyê xwe xurttir bikin, kar û xebatên dîplomatîk zêdetir bêne pêşxistin. Her wiha ji bo danasîna kar û xebatên zanîngehan aliyê ragihandinî bê xurtkirin.

9. Di qada perwerdeyê de bi giştî, ji bo pêşketineke hevpar, zanîngeh li gel saziyên din zêdetir di nava hemahengiyê de bin. 

10. Ji bo Hevserokatiya Hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şînda Dawid û Xelîl Elî hatin hilbijartin.

(sb)

ANHA