YRJ: Seyîd Evran ji bo avakirina ragihandineke rastîn li Rojava gavên mezin avêtin

YRJ`ê diyar kir ku şehîd Seyîd Evran, ji bo avakirina ragihandineke rastîn û şoreşgerî li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser bingeha damezirînerê ragihadina azad şehîd Mezlûm Dogan û rêgeza ragihandina jina azad a şehîd Gurbetllî Ersoz gavên mezin avêtin.

YRJ: Seyîd Evran ji bo avakirina ragihandineke rastîn li Rojava gavên mezin avêtin
25 îlon, 2023   12:00

Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) daxuyaniyek da û sersaxî da rojnamevanên Kurdistanê û malbata şehîd Seyîd Evran.

Daxuyaniya YRJ’ê wiha ye:

“Bi xemgîniyeke mezin me agahiya şehadeta rojnamevanê şoreşger Seyîd Evran bihîst. Şehîd Seyîd, xwedî dîrokeke dirêj a têkoşîna şoreşger a lêgerîna rastiyê û ragihandina wê ji cîhanê re ye, bi taybet têkoşîna gelê Kurd û Kurdistanê.

Têkoşer û rojnamevan, nivîskarê şoreşgerî Seyîd Evran jiyana xwe kir ximzeta têkoşîna gelê Kurd û Kurdistanê. Ji ber wê li her çar parçeyên Kurdistanê, Rûsya, Ermenistan û gelek dewletên ereb têkoşîneke bêhempa meşand.

Seyîd Evran, li hember siyaseta çewisandinê ya dewleta Tirk a dagirker sekinî, kar û xebatên mezin dimeşîne ji bo ku deng û êşa gelê Kurd li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ragihîne cîhanê. Di encamê de gelek caran tê girtin. Dema navenda rojnameya Ozgur Ulke ya li Stenbolê 3’ê Kanûna 1994’an hat bombekirin, heval Seyîd Berpirsyarê Karên Nivîsê erk dimeşîne. Di wê êrişê de heval Seyîd birîndar dibe.

Bi destpêkirina şoreşa 19`ê Tîrmehê re, rojnamevan Seyîd Evran berê xwe dide Rojava ji bo ku rastiya şoreşa demokrasiyê ragihanîne cîhan, xebat û tecrubeyên xwe yên rojnamegeriyê parve dike. Yek ji damezrînerê Ragihandina Azad a Şoreşgerî ya Rojava û Bakur û rojhilatê Sûriyeyê ye. Bi dehan rojnamevanan perwerde dike ku xeta berxwedanê şopandin. Di navê de şehîd Dilîşan Îbiş û Nûjiyan Orhan hene.

Bê westan û bê dudulî di şert û mercên herî dijwar de Seyîd Evran, ji bo avakirina ragihandineke rastîn û şoreşgerî li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser şopa damezrînerê ragihandina azad şehîd Mezlûm Dogan û rêgezên ragihandina jina azad a şehîd Gurbetlli Arsoz, her kesê rêgezên ragihandina azad û ragihandina civakê li ser bingeha `ragihandin eynika civakê ye` li akandemiya şehîd Fayiq xwendine, gavên domdar û hevseng davêje.

Em soza şopandina rêgeza ragihandina azad a demokratîk didin heval Seyîd Evran û em jê re û ji tevahî hevalên me yên şehîd re dibêjin em ê têkoşîna we heta pêkanîna civakeke polîtîk, demorkat û azad li ser bingeha azadiya jinan, berdewam bikin.”

(şx)

ANHA