El Safadî: Qaçaxiya narkotînê ji Sûriyeyê zêde bûye

Wezîrê karên derve yê Urdunê Eymen El Safadî aşkera kir ku piştî diyaloga bi hikumeta Şamê re, qaçaxiya narkotîkê bi rêya sînorên Sûriye-Urdunê zêde bûye.

El Safadî: Qaçaxiya narkotînê ji Sûriyeyê zêde bûye
25 îlon, 2023   08:43

Li gorî ajansa Emûn a Urdunê, El Safadî wiha gotiye: “Urdun berjewendiyên xwe diparêze. Qaçaxiya narkotîkê ne tenê li sr Urdunê li belê li ser tevahî dewletên Kendavê û dewletên din xetere ye. Divê hevkarî di vî alî de bê xurtkirin.”

El Safadî da zanîn ku piştî destpêkirina diyalgoê bi hikumeta Şamê re, qaçaxiya narkotîkê zêde bûye.

El Safadî destnîşan kir ku ji bingeha 3 hewldanên qaçaxiya narkotîkê yek bi ser dikeve û got ew ê vê gefê rawestînin.

(şx)