Esed: Rojhilat ji bo welatê me dabîn e

Beşar Esed di hevdîtina li gel serokwezîrê Çînê Li Qiang in de ji alîgirên xwe re got “Rojhilat” ji bo welêt dabîn e.

Esed: Rojhilat ji bo welatê me dabîn e
25 îlon, 2023   09:40

Beşar Esed di hevdîtina li gel serokwezîrê Çînê Li Qiang in de got: “Em ji her demê bêtir bi rojhilat ve girêdayî ye. Ji ber ku ji bo Sûriyeyê misogeriya siyasî, çandî û aborî ye.”

Esed îşaret bi dostanî û baweriya di navbera Sûriye û Çînê de kir ku bingeha wê dîroka hevbeş û rêgezên sabît e û li ser wê dikarin ber bi pêşerojê ve, xebatan bikin.

Esed diyar kir ku têkiliya di navbera her du welatan de dikare hê xurttir bibe bi rêya her sê însiyatîfên serokê Çînê Xi Jinping ên der barê pêşxistina hevkariyê di qada aborî û çandî de û afirandina projeyên hevbeş de di nava însiyatîfa Kember û Rê de.

Li Qiang in got: “Geşepêdan li Sûriyeyê rûbirûyî cezayan û dorpêçê ne. Ji ber wê Çîn dixwaze vê firsendê bi kar bîne û avakirina têkiliyên stratejîk ragihîne. Ji bo ku destekê bide Sûriyeyê û taybetmendiyên erdnîgariya Sûriyeyê veguherîne derfetên geşepêdanê û di ji nû ve avakirinê û sepandina îstîqrarê de piştgiriyê bide.”

Li Qiang in diyar kir ku Çîn kêfxweş e Sûriye şirîkê însiyatîfa Kember û Rê ye.

(şx)