​​​​​​​Dewleta Tirk 2 gundên asûr ên Til Temirê topbaran dike

Dewleta Tirk a dagirker topbaran xwe ya li dijî rojavayê navçeya Til Temirê fireh kir û gundên Til Kerabît û Tawîle yên asûr topbaran dike.

​​​​​​​Dewleta Tirk 2 gundên asûr ên Til Temirê topbaran dike
25 îlon, 2023   08:34

Nûçegihanê me li herêmê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker her du gundan bi topavêjan dike hedef.

Vê sibê jî dewleta Tirk a dagirker torên kehrebeyê yên li hember gundê Um El Kêf ê rojavayê Til Temirê topbaran kiribûn û di encamê de kehrebe ji ser navçeyê qut bû.

(şx)

ANHA