Ciwanan xiyaneta PDK′ê şermezar kir û berxwedana gerîla silav kir

Li navçeya Dirbêsiyê  ya kantona Qamişloyê ciwanan bi meşeke meşaleyî xiyaneta PDK′ê şermezar kir û berxwedana gerîla silav kir.

Ciwanan xiyaneta PDK′ê şermezar kir û berxwedana gerîla silav kir
Ciwanan xiyaneta PDK′ê şermezar kir û berxwedana gerîla silav kir
Ciwanan xiyaneta PDK′ê şermezar kir û berxwedana gerîla silav kir
Ciwanan xiyaneta PDK′ê şermezar kir û berxwedana gerîla silav kir
Ciwanan xiyaneta PDK′ê şermezar kir û berxwedana gerîla silav kir
Ciwanan xiyaneta PDK′ê şermezar kir û berxwedana gerîla silav kir
23 îlon, 2023   18:29

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê- şaxê Dirbêsiyê ji bo şermezarkirina tevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re meşeke bi meşaleyan li dar xist. Bi dehan ciwanan û xelkê navçeyê ku tev lê meşê bûbûn, piştgiriya xwe bi gerîla re nîşan da.

Meş ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger ber bi çerxerêya Gardînayayê ve dest pê kir. Di meşê de posterên Rêber Abdullah Ocalan û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin hildan û bê navber dirûşmên silavkirina berxwedana gerîla û şermezarkirina xeta xiyanetê hatin berzkirin.

Li çerxerêya Gardînayayê endamê Tevgera Ciwanên Şoreger a Sûriyeyê yê Dirbêsiyê Îsamîl Mihemed axivî, xiyaneta PDK′ê û êrişên wê yên li dijî gerîla şermezar kirin.

Mihemed got, dewleta Tirk dixwaze Kurdan tune bike û PDK′ê di pêkanîna vê armancê de hevkarê dewleta Tirk.

Îsmaîl bal kişand ser berxwedana gerîla û diyar kir ku ew ê berxwedanê berdewam bikin, piştgiriyê gerîla bikin û heta serketinê şopdarên xeta Rêber Abdullah Ocalan bin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana gerîla û şermezarkirina dagirkerî û xiyanetê bi dawî bû.

(bb)

ANHA