ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-09-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-09-2023
23 îlon 2023   23:00

 

- Rojnameyên erebî hefteya borî behsa xwepêşandanên li Siwêda yê Sûriyeyê û xwepêşandanên li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê, girêbesta Amerîka-Îranê û rewşa li Başûrê Kurdistanê kir.

- Mistefa El Îdan ê ji ber dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên wî ya li Girê Spî koçber bûye, hêrsa xwe der barê dagirkeriyê de anî ziman û got: "Edaleta dunyayê li ku derê ye? Li mala min bi cih bûne, lê ez jî di konekî de me." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya polîtîkayên xwe yên guhertina demografîk de, zêdetirî 27 hezar kes li kantona Girê Spî ya dagirkirî bicih kiriye.

- Hevserokê Desteya Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku ew hewl dide bi rêya projeyên ekolojîk û belavkirina çanda jîngehêparêzê rê li ber qirêjkirina jîngehê bigirin. (BI WÊME Û DÎMEN).

- Çalakiya konvendê ya li Qamişloyê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di roja duyemîn de bi meşekê bi dawî dibe. Meş ji ber kon ber bi avahiya Komîseriya Kar û Barên Koçberan a Neteweyên Yekbûyî ve dest pê dike, saet di 10:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA