Bayik: Eger PDK′ê dest ji helwesta xwe bernede dê garantî şer çêbibe 

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik û got; “Eger PDK ji vê helwesta xwe ya hevkariya bi dewleta Tirk re paşde gav ne avêje, her çendî ku em naxwazin jî lê dê garantî şer çêbibe.”

Bayik: Eger PDK′ê dest ji helwesta xwe bernede dê garantî şer çêbibe 
23 îlon, 2023   18:00

Hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik di hevpeyvîneke taybet de ji malpera Shar Press re axivî û diyar kir ku PDK agahiyên îstixbaratî dide dewleta Tirk a dagirker û ji MÎT’ê ji cihên ku gerîla lê dimînin agahdar dike û got; “PDK ala Başûrê Kurdistanê ji bo veşartin û parastina leşkerên dagirker ên dewleta Tirk ya faşîst bikar tîne û eger PDK ji vê helwesta xwe ya hevkariya bi dewleta Tirk re paşde gav ne avêje, her çendî ku em naxwazin jî lê dê garantî şer çêbibe.”

Bayik da zanîn ku divê gelê Kurd têkiliya di navbera Barzaniyan û dewleta Tirk ya dagirker de baş bizane û got; “Têkiliya malbata Barzanî bi dewleta Tirk re bi temamî li ser esasê kire girtinê ye. PDK hemû cûrên alîkariyê dide artêşa dewleta Tirk ya dagirker. PDK rêyan nîşanî leşkerên dewleta Tirk dide û ji wan re cihan peyda dike, lojîstîk û erzaq ji wan re dibe sixurtiyê li ser cihên ku gerîla lê dimînin ji dewleta Tirk re dike.”
Di dewamê de Bayik got, dibe ku piştî hevdîtinên Hakan Fîdan ên bi Barzaniyan re ev alîkarî û hevkariya PDK’ê ya ji dewleta Tirk û MÎT’ê re hîn berfirehtir bûbe û  got; “Gelek ecêbe ku rêveberiya Bexda daxwazên dewleta Tirk bicih ne anîn lê PDK’ê û Barzaniyan daxwazên wê hemû bicih anîn.”
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî ala Başûrê Kurdistanê ji leşkerên dewleta Tirk a dagirker re wiha got; “PDK ji bo parastin û veşartina leşkerên dewleta Tirk a dagirker, ala Başûrê Kurdistanê bikar tîne. Rewşa heyî ya li Biradost û Sîdekan, berdewama êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ye. Wisa xuya dike ku rewşa li herêma Biradost diqewime berhemê hevdîtina Hakan Fîdan a bi Barzaniyan û PDK’ê re ye.”
Têkildarî êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker a li ser balafirxaneya çandiniyê ya Erbetê ku di encamê de sê pêşmergeyên hêza Dijî Teror a Kurdistanê şehîd bûn û sê pêşmerge jî birîndar bûn, Hevserokê Konseya Rêber ya KCK’ê Cemîl Bayik wiha got; “Êrişa dewleta Tirk a li ser balafirxaneya çandiniyê ya Erbetê ji bo çavtirsandina xelkê Silêmaniyê û giştî xelkê Soran e. Çawa ku herêma Behdînan û hemû herêma di bin desthilata PDK’ê de bûye navenda dagirkerî, artêş û MÎT’a Tirk, dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi vê rêbaza tirsandinê, herêma Soran û Silêmaniyê jî bike navenda dagirker, artêş û MÎT’a xwe. Her wiha bi vê çavtirsandinê dixwaze YNK’ê neçar bike ku weke PDK’ê bibe hevkar û alîkarî dewleta Tirk.′′
Di dawiyê de Hevserokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku Silêmaniyê û xelkê herêma Soran dest ji helwesta xwe ya welatparêziyê bernedaye, lewra dewleta Tirk a dagirker bi israr êrişê van her du herêman dike û got; “Êrişa li ser balafirxaneya çandiniyê ya Erbetê bi tundî şermezar dikin û heta dawiyê baweriya me bi xelkê me yê Silêmanî û herêma Soran heye ku heta dawiyê li ser helwesta xwe ya welatperweriyê bin.′′