‘Çavê li deriya xwelî li seriya’

Siyaseta ku li Başûr tê meşandin û xwe dispêre hêzên dagirker, windahiyên mezin dane Kurdan, lê diyare desthilata PDK’ê ji razî ye, nexasim hêviya wê her dagirkerên ku wê bixwe jî biçuk dixin e.  

‘Çavê li deriya xwelî li seriya’
21 îlon, 2023   07:57

Serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî demek beriya niha nameyek ji Serokê DYA’yê Joe Biden re şand û der barê aloziya di navbera wan û hikumeta navendî ya Iraqê de alîkarî xwest. Her wiha metirsiyên xwe li ser îhtîmala hilweşîna modela federal a Iraqê vegotin û daxwaza destwerdanê kir.

Li gorî rojnameya Monitor a amerîkî name 3`yê Îlona 2023`yan ji bo Biden hatiye şandin û 10`ê Îlonê radestî Koşka Spî hatiye kirin.

RASTIYEKE DÎROKÎ

Nameya dawî, polîtîkaya PDK’ê ya ku baweriya xwe bi îradeya gelê Kurd nayîne, pişta xwe her bi hêzên derve girê dide, lê her carê jî zirarên mezin dide Kurdan bibîr dixîne.

Piştî salên dirêj ên desthilatiya Partiya Baas a bi serweriya Sedam Hisên, gelê Başûrê Kurdistanê 5'ê Adara 1991'an li navçeya Ranya ya Silêmaniyê serhildan da destpêkirin û bêhna azadiyê kir. Serhildan piştre li Silêmaniyê, Hewlêr, Dihok û deverên din ên Başûrê Kurdistanê belav bû. Herî dawî li bajarê Kerkûk 20'ê Adara heman salê de Kurdan îradeya xwe nîşan da.

Di encama vê serhildanê de statûyek û destkeftiyek hat bidestxistin ku ji bo hemû gelê Kurdistanê cihê serbilindiyê bû. Sala 1992’yan Parlamentoya Başûrê Kurdistanê hat avakirin. Lê li şûna ku ev destkeftî ji bo tevahiya Kurdistanê bibe palpiştek, polîtîkaya bi pêşengiya PDK’ê hatiye meşandin, rewş berevajî kir. Ji vê dîrokê ve destwerdanên li ser Kurd û Kurdistanê zêdetir bûn. Rêveberiya Başûr îradeya serbixwe nîşan neda, her tim pişta xwe da hêzên hegemon û dagirker, lê her carê jî zirarek mezin da gel.

Biryara yekemîn a parlamentoya Başûr ew bû ku peşmergeyên Başûrê Kurdistanê li kêleka artêşa Tirk a dagirker şerê Tevgera Azadiya Kurdistanê bikin. Ji vê qonaxê ve destwerdana dewleta Tirk a dagirker li Başûr sîstematîk bû.

NAKOKÎ Û ŞERÊN NAVXWEYÎ

Di 1993'yan de nakokî di navbera PDK û YNK'ê de li ser kontrolkirina herêmê û desthilatiyê derketin, ev nakokî di 1994'an de veguherî şerê birakujiyê.

Di 31'ê Tebaxa 1996'an de serokê PDK'ê Mesûd Barzanî hawara xwe gihand kujerê Kurdan û sûcdarê komkujiya Helebçeyê Sedam Hisên û dijî YNK'ê alîkarî xwest. PDK’ê bi tangên Sedam re êrîşî YNK'ê kir û hêzên wê ji Hewlêrê derxistin.

Herdu aliyan (PDK û YNK) nekarin lihev bikin, lê yên ew dane şerkirin li Washington’ê ew anîn gel hev. 17'ê Îlona 1998'an Li Washington’ê herdu aliyan peyman îmze kir li Başûr pergalek wekî 2 dewletokan hat avakirin. Li gorî wê navendek Hewlêr e û di destê PDK’ê de ye, navendek jî Silêmanî ye û di destê YNK’ê de ye. Balkêş e ku piştî vê peymanê komploya dijî Rêber Abdullah Ocalan jî destpê kir û piştre derket holê ku PDK bi awayekî aktîf tê de cîh girtiye.

HEBÛNA DEWLETA TIRK A DAGIRKER

Sala 1994'an Tirkiyeyê aloziyên siyasî, aborî û civakî yên Başûrê Kurdistanê bi kar anîn û hebûna xwe ya leşkerî û îstixbaratî li erdnîgariya Başûr bi firehiya nêzî 100 kîlometreyan xurt kir.

Li gorî nûçeyên Roj News`ê nêzî 80 baregehên leşkerî û îstixbaratî yên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê hene. Armanca van baregehan ne tenê êrîşên leşkerî yên li dijî PKK'ê ne, bi vê rêyê destwerdana tevahiya qadên Başûr tê kirin.

DESTWERDANA ABORÎ

Iraq û Başûrê Kurdistanê di bin bandora anîna kel û pelên Tirkiyeyê de mane. Ji bo xerckirina van kelûpelên tirkî bazerek baş e. Hikûmeta Tirk 29`ê Tîrmeha 2023`yan aşkera kir ku di lîsteya welatên herî zêde kel û pelan ji Tirkiyeyê didinê de, Iraq di rêza 5`an de ye. Li ser asta Rojhilata Navîn jî di rêza yekem de ye. Li gorî daxuyaniyê bazirganiya di navbera Tirkiye û Iraqê de ya sala 2022`yan 15.2 milyar dolar e.

Wezîrê bazirganî û pîşesaziyê yê hikumeta Başûrê Kurdistanê Sînan Cebelî sala 2012`an, ragihand ku Tirkiye her sal li Başûr 25 şîrketan ava dike.

Sala 2013`an hejmara şîrketên Tirkiyeyê derketibû hezar û 500’î. Ji sûkê bigirin heta projeyên niştecihbûnê, dikanên mobîlya, kelûpelên bazirganiyê û xwarinê di kontrola şîrketên Tirkiyeyê de ye.

Ev şîrket di qadên bank, avakirin, perwerde, pergalên kehrebeyê, tenduristî, derxistina petrol, gaza xwezayî, rê, turîzim, veguhastin, rêwî, pîşeyî, xwarin, cil û bergan de serwer bûne. Li gorî raporên sandîka û odayên bazirganiyê yên Başûrê Kurdistanê, hejmara şîrketên Tirkiyeyê li Başûr derketiye 4 hezaran.

GEFÊN ERDOGAN

Wisa diyar e ku dewleta Tirk a dagirker di her aliyekê de Başûr xistiye xefika xwe û bikar tîne. Dema hewldanek ne li gorî wan hebe jî, vana bikar tîne. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogana piştî referandoma serxwebûna Başûr a sala 2017`an Barzanî biçûk xistibû û gotibû: “Heke Enqere barhilgir û petrol bi rêya sînoran rawestîne, dê kurdên Iraqê birçî bin. Eger em henefî bigirin hûnê tî bimînin.”

Ev dagirkeriya aborî hilberîna Başûr tune dike, bêkariyê zêde dike, talan û gendelî belav dibe û rê li ber koçberiyê vedike.  Tevî ku axa Başûr berhemdar e û dewlemendiyên wê yên binerd û ser erd hene jî, gel fêda jê nagire. Desthilatên Başûr bi salan e berhemên herî biçûk ên wekî fêkî û sebze jî bi lêçûna 70 milyon dolarî ji derve tîne. Qada çandiniyê hatiye paşguhkirin. Li Başûrê, kesên zengîn her ku diçin zengîntir, yên xizan jî xizantir dibin.

KERKÛK: JIDESTDAYÎNEK MEZIN E

25’ê îlona 2017’an PDK’ê referanduma serxwebûnê pêk anî. Piştî wê Tirkiye, Iraq û Îran dijî wan bûn yek û êrîşên cur bi cur pêk anîn.  Di encamê de jî 16'ê Cotmeha 2017'an bajarê Kerkûkê jî di nav de nêzî niviya xaka Bakûr ket destê artêşa Iraqê. Lê PDK’ê tevî van êrîş, heqaret û gefan jî pêwendiya xwe bi Tirkiyeyê rê hîn zêdetir kir, niha ketiye nava êrîşan.

PETROL

Sala 2014`an piştî temambûna projeya xeta Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê ya petorlê, desthilata Başûr dest bi hinartina petrolê ji bo Tirkiyeyê kir. Petrol bi rêya bendera Cîhan a Tirkiyeyê ya li ser deryayê Spî diçe Tirkiyeyê. Li gorî peymanê rojane 450 hezar bermil pertrol wê ji bo Tirkiyeyê bihata şandin. Lê lihevkirina veşartî ya ku ji bo 50 salan hatiye çêkirin, beyî agahiya Parlamentoya Kurdistanê û hikumeta Bexdayê hatibû çêkirin.

Hikumeta navendî ya Bexdayê ev lihevkirn, derqanûnî û binpêkirina lihevkirina petrolê ya 1973`yan bi nav kir. Lewma sala 2014`an li cem Odaya Bazirganiyê ya Navneteweyî ya li Parîsê gilî kir.

Bexda, dibêje şîrketa Somo ya dewletê, cihê yekane ye ku dikare hinartiyên bi rêya bendara Cîhan bi rêve bibe. Iraqê doz qezenc kir û li ser wê, hinartina petrolê di 25`ê Adara 2023`yan de rawestiya.

Desteya Darizandinê ya Odaya Bazirganiyê ya Navneteweyî, biryar da ku Tirkiye 1.5 milyar dolar bide Bexdayê. Lê Tirkiye bi riya şantajan dixwaze ji vê aloziyê xilas bibe.

Piştî rawestandina hinartina petrolê xisarên hikumeta Başûrê Kurdistanê gihîşt 5 milyar dolarî. Iraq jî dixwaze bi Tirkiyeyê re lihev bike da ku hinartina petrolê ya 6 mehan rawestiye, ji nû ve dest pê bike.

DAGIRKERIYA ÎDEOLOJÎ

Tirkiye li Başûr qirkirina zîhnî jî dimeşîne. Bi rêya vekirina dibistanan îdeolojiya Îslama siyasî belav dike. Yekemîn dibistan di 1992'yan de li bajarê Silêmaniyê bi navê IŞIK bi çavdêriya Fethullah Gulan hat vekirin.

Zêdetirî 70 dibistan bi navê IŞIK, yarîgeh û pêşdibistanên zarokan, dibistanên seretayî, navendî, amadehî, fakulte hatin vekirin. Her wiha zanîngeha bi navê IŞIK hat vekirin ku tê de 31 hezar û 500 xwendekarên Kurd bi zimanê Tirkî hatin fêrkirin. Ev agahî li gorî rapora Wezareta Fêrkirinê ya hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê ya 2016'an hatine parvekirin. Xwendina di van dibistana de salane 3 hezar û 600 dolar e. Tirkiyeyê di 28 salên borî de, ji van dibistanan zêdetirî 2 milyar dolar qezenc kiriye. Mînhacên van dibistanan mîras û dîroka gelê Kurd biçûk dixin û şoreşgerên Kurdan wek Şêx Mehmûdê Berzencî wek kesên biçûk nîşan didin û cilûbergên wan (cilûbergên Agirî) jî biçûk dikin.

(mh-şx)

ANHA