Esed li Çînê ye

Beşar Esed gihaşt Çînê. Ji 20 salan ve ev serdana fermî ya yekemîn e.

Esed li Çînê ye
21 îlon, 2023   08:11

Li gorî El Arabiye El Hadas, piştî 20 salan, Beşar Esed gihaşt Çînê.

Ev serdan di demekê de krîza aborî li Sûriyeyê heye; ji ber siyasetên hikumeta Şamê yên binketî, cezayên rojava li Sûriyeyê, pêk hat. Hikumeta Şamê hewl dide piştgiriya aborî ya Çînê wergire, da ku hilweşîna aboriya xwe sivik bike.

Piştî Rûsya, Îranê, Çîn dewlet sêyemîn a ne erebî ku Esed di dirêjahiya salên şer û krîza li Sûriyeyê de serdanê dike.

(fr)